Li Parîsê civîna Mesrûr Barzanî û kompaniyên Fransî dest pê kir

Bruksel (K24) – Civîna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û kompaniyên Fransî, li Parîsê dest pê kir.

Ji bo rakişandin û anîna zêdetir a kompaniyên Fransî bo Herêma Kurdistanê, îro Înê 17ê Sibata 2023an, Mesrûr Barzanî û şanda pê re, ligel kompaniyên Fransî dicive.

Kompaniyên Fransî di warên cuda cuda de kar dikin, bi taybetî di warên bank, sotemenî, çandinî, IT, avahîsazî û çendîn sektorên din ên ciyawaz de.

Roja Çarşemê 15ê Sibata 2023an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi serdaneke fermî û bi serokatiya şanda hikûmetê, gihîşte Parîsa paytexta Fransayê û roja 16ê Sibatê li Koşka Elysee ya li Parîsê, ligel Serokê Fransayê Emmanuel Macron civiya.

Di civînê de pêşvebirina pêwendiyên dîrokî û dostanî yên navbera Fransa û Herêma Kurdistanê û guherîn û pêşhateyên herî dawî yên rewşa giştî ya Iraq û navçeyê hatin gotûbêjkirin.