Serokê Azerbaycanê: Em ji bo vekirina konsulxaneya xwe li Hewlêrê dixebitin
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Şemiyê 18ê Sibata 2023an, di çarçoveya bernameyekê de li Konferansa Asayîşê ya Munichê, ligel Serokomarê Azerbaycanê Îlham Alîyev civiya.
Hewlêr (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Şemiyê 18ê Sibata 2023an, di çarçoveya bernameyekê de li Konferansa Asayîşê ya Munichê, ligel Serokomarê Azerbaycanê Îlham Alîyev civiya.
Di civînê de her du aliyan tekezî li daxwaza dualî ya ji bo pêşvebirina zêdetir a pêwendiyên Herêma Kurdistanê yên ligel Komara Azerbaycanê kirin, bi awayekî ku danûstandinên bazirganî û serdana şandên fermî û bazirganî yên navbera herdu aliyan hebin.
Li ser vê mijarê Serokê Azerbaycanê ragihand, ew ji bo vekirina kosulxaneya welatê xwe li Hewlêrê dixebitin, herwiha Serokê Azerbaycanê, Nêçîrvan Barzanî ji bo serdanê vexwende Bakuyê.
Di beşeke din a civînê de çendîn mijarên girêdayî rewşa navçeyê û girîngiya parastina aramî û seqamgîriyê, hatin gotûbêjkirin.