Serokwezîr rizamendî li ser xerckirina zêdetirî 20 milyar Dînar ji bo Silêmaniyê nîşan da

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî rizamendî li ser wê yekê nîşan da ku zêdetirî 20 milyar Dînar ji bo parêzgeha Silêmaniyê were xerckirin.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî rizamendî li ser wê yekê nîşan da ku zêdetirî 20 milyar Dînar ji bo parêzgeha Silêmaniyê were xerckirin.

Li gor zanyariyên Fermangeha Medya û Zanyarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî rizamendî li ser terxankirin û xerckirina bi qasî 20 milyar û 848 milyon Dînar bo dema 3 salan, bi mebesta veguhestin, komkirina xol û xaşakan li sînorê Rêveberiya Giştî ya Şaredariya Silêmaniyê.

Fermangeha Medya û Zanyarî eşkere kir, bi qasî 9 milyar û 975 milyon bo dema 3 salan ji bo devera Dukanê, bi qasî 10 milyar û 873 milyon bo 3 salan ji bo devera Çemçemalê li ser budceya Rêveberiya Giştî ya Silêmaniyê were xerckirin.

Hat diyarkirin ku ev pêngava Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya girîngîdana Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ye, ji bo xizmetkirina welatiyên Herêma Kurdistanê, bi liberçavgirtina berjewendiya giştî li parêzgeh û îdareyên serbixwe yên Herêma Kurdistanê.