Mesrûr Barzanî yekem portala vêzeya elektronî li Herêma Kurdistanê ragihand
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî yekem portala vîzeya elektronîkî li Herêma Kurdistanê ragihand, ku ev yek beşek ji bernameya hikûmetê ya di warê dîjîtalkirina xizmetên giştî de ye.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di twîteke xwe de ragihand, biryar e elektronîkirina karûbarên hikûmetê heta dawiya sala 2025an temam bibe.
Mesrûr Barzanî di vîdyoyekê de ku li hejmara xwe ya fermî ya “Twitter” belav kiriye, got: Di çarçoveya xizmetên hikûmetê de, me niha projeya E-Vîza (vîzeya elektronîkî) da destpêkirin.
Derbarê armanca damezirandina vê projeyê de, Mesrûr Barzanî eşkere kir ku ev proje dê alîkariya hemû wan kesan bike ku dixwazin ji bo geştiyariyê yan jî veberhênanê serdana Herêma Kurdistanê bikin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihand jî, bi rêya vê projeyê, kesên ku dixwazin serdana Herêma Kurdistanê bikin, dê di demeke kurt de vîzeya xwe bistînin.
خۆشحاڵم یەکەم پۆرتاڵی ڤیزای ئەلیکترۆنی حکومەتی هەرێمی کوردستانی (https://t.co/EwkBlqVVhN) ڕابگهیێنم، کە بەشێكه لە کارنامەی حکومەت لە بواری بەدیجتەڵکردنی خزمەتگوزارییە گشتییەکان و بە ئەلیکترۆنیکردنی کاروبارەکانی حکومەت کە بڕیارە تا کۆتایی ساڵی 2025 تەواو ببێت. pic.twitter.com/UzusOeOnNV
— Masrour Barzani (@masrourbarzani) February 22, 2023