Li bajarê Nîgde yê Tirkiyê erdhejeke bi hêza 5,3 pile

Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) li ser malpera xwe ragihand, di demjimêr 13:27 xulekan de li navçeya Bor a ser bi parêzgeha Nîgdeyê erdhejekê rûda.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Nîgde yê Tirkiyê erdhejeke bi hêza 5,3 pile rûda.

Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) li ser malpera xwe ragihand, di demjimêr 13:27 xulekan de li navçeya Bor a ser bi parêzgeha Nîgdeyê erdhejekê rûda.

Hat eşkerekirin ku erdhej bi hêza 5,3 pile bûye û 7 kîlometre di bin erdê de qewimiye.

Erdheja ku hêza wê 5,3 pile bû, li bajarê Mêrsînê jî hat hîskirin û welatiyên ku erdhej hîs kirin, derketin kuçe û kolanan.