Josep Borrell: Derkirina Rûsyayê ji G20 karekî jîrane nîne

Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell ragihand, derkirina Rûsyayê ji G20 karekî guncaw û jîrane nîne.

Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell
Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell ragihand, derkirina Rûsyayê ji G20 karekî guncaw û jîrane nîne.

Josep Borrell, Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê li Hindistanê beşdarî Lûtkeya G20 bû û ragihand, derkirina Rûsyayê ji G20 ligel bingehên hebûna pêwendiya firealî, hevdû nagire.

Borrell destnîşan kir, lûtkeya vê carê ya G20 ciyawaztir e, ji ber ku Wezîrên Derve yên Rûsya û Amerîkayê hevdû dîtine û gotûbêjeke biçûk encam dane.