Serokwezîr Mesrûr Barzanî Grand Majidi Mall li bajarê Hewlêrê vedike
Îro bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Grand Majidi Mall ku projeyeke bazirganiyê ya sektora taybet e, li bajarê Hewlêrê hat vekirin.
Hewlêr (K24) – Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Grand Majidi Mall li bajarê Hewlêrê wek mezintirîn navenda danûstandinê li Herêma Kurdistanê û Iraqê hat vekirin.
Îro Duşemê 19ê Hezîrana 2023an, bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Grand Majidi Mall ku projeyeke bazirganiyê ya sektora taybet e, li bajarê Hewlêrê hat vekirin.
Grand Majidi Mall dikeve ser rêya Hewlêr – Pîrmamê û dibe mezintirîn navenda danûstandina bazirganiyê li Herêma Kurdistanê û Iraqê ku li ser rûberê 220 hezar metre çargoşe hatiye avakirin û ji 2 hezar û 400 dikan û yekeyên bazirganiyê pêk hatiye û derfetên kar ji bo 1700 kesan pêk tîne û mezintirîn market jî tê de ye, herwiha cihê parkkirina 3 hezar û 500 otomobîlan heye.
Bi vekirina Grand Majidi Mall, bajarê Hewlêrê dibe xwedî çendîn navendên bazirganiyê ku ji wan herî girîng; Majidi Mall, Family Mall, Gulan Mall, Tablo Mall, Royal Mall, Mega Mall, Rahîn Mall, Ankawa Mall û Hewlêr Mall.
Amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî di vekirina vê navenda bazirganiyê de, di çarçoveya piştevaniyên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo girîngîdana sektora taybet û veberhênanê de ye, bi armanca zêdetir pêkanîna derfetên kar û pêşvebirina liv û tevgera bazirganiyê û aboriyê li Herêma Kurdistanê.