Tirkiye mezintirîn hevbeşa aborî ya Herêma Kurdistanê ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Tirkiye weke deriyekî girîng ji bo girêdana Rojhilata Navîn bi Ewropa û welatên Rojava re, mezintirîn hevbeşa aborî ya Herêma Kurdistanê û tekane deriyê wê ya hinardekirina petrolê bo bazarên cîhanê ye.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Sêşemî 20ê Hezîrana 2023an bi serdanekê gihîşt Enqerê û ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dicive.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî her wiha dê bi Wezîrê Derve û berpirsên din ên pilebilind ên hikûmeta nû ya Tirkiyê re jî bicive. Di civînan de jî, geşepêdana pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de û pêşhatên dawî yên Iraq û navçeyê dê werin gotûbêjkirin.
Ev dibe sêyemîn serdana fermî ya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bo Tirkiyê. Roja 28ê Mijdarê 2019an Mesrûr Barzanî wek Serokwezîrê Herêma Kurdistanê yekem serdana xwe ya fermî bo Tirkiyê kir û bi Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan re hevdîtin kir.
Roja Înê 15ê Nîsana 2022an, Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo cara duyem giheşte Tirkiyê û li gel Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û berpirsên payebilind ên wî welatî civiya.
Têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de her çend kevin in, lê piştî rûxandina rejîma Beis a Iraqê bi awayekî fermî pêşde çûne. Heta ku di hemû waran de reng veda, heta di asteke bilind de jî serdanên Enqere û Hewlêrê hatin kirin û rêkeftinên cuda di navbera her du aliyan de hatin îmzekirin.
Di warê siyasî de jî, Tirkiyê bi fermî danûstandinên bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re dike û di sala 2011an de serokwezîrê wê demê Recep Tayyîp Erdogan serdana Hewlêrê kir û Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê vekir.
Ev serdan çendîn car berdewam bûne, her wiha ji aliyê Kurdistanê ve jî çendîn caran şanda Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serok Barzanî serdana Tirkiyê kiriye û di asteke bilind de hatiye pêşwazîkirin û çendîn car di merasima pêşwaziyê de Ala Kurdistanê hatiye bilindkirin.
Serdana herî girîng jî di sala 2013an de bû ku Serok Barzanî serdana Diyarbekirê kir û li wir ligel Recep Tayyip Erdogan serokwezîrê wê demê yê Tirkiyê li ser pirsa çareseriya aştiyane û bidawîkirina pirsgirêka kurd li Tirkiyê civiya. Li wir bi hezaran kes bi alayên Kurdistanê û dirûşmeyên “Bi xêr hatin mala xwe” pêşwazî li Serok Barzanî kirin.
Di heyama 10 salên derbasbûyî de, Herêma Kurdistanê û Tirkiyê ji bo derbaskirina astengiyên siyasî û aborî yên li navçeyê û peydakirina rewşeke ku berjewendiyên hevbeş biparêze, hewl dane ku peywendiyên bihêz ava bikin.
Peywendiyên aborî yên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê ji sala 2007an ve piştî asayîbûna peywendiyên siyasî yên di navbera her du aliyan de bilez bipêş ketine. Di sala 2007an de bazirganiya di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê 1.4 milyar dolar bû. Di sala 2013an de Jî gihîşt lûtkeyê û bû 8 milyar dolar.
Tirkiye dixwaze pêwendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re bihêztir bike, ji bo bihêzkirina stratejiya xwe li navçeyê bi taybetî di warê siyasî û aborî de. Herêma Kurdistanê jî Tirkiyê wek deriyekî girîng dibîne ji bo bihêzkirina pêgeha xwe ya siyasî û aborî.
Pêgeha Herêma Kurdistanê di warê bazirganiya derve ya Tirkiyê de ji rêza 19ê sala 2007an derket rêza sêyem di sala 2013an de. Ji bo Herêma Kurdistanê jî, Tirkiye yekemîn hevbeşê bazirganî ye û ciheke wê ya giring di stratejiya bazirganiya Herêma Kurdistanê de heye.