Li dijî Peymana Lozanê ji Washingtonê heta New Yorkê meşek tê lidarxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Roja 01.07.2023, komek Kurd û Amerîkiyan li ber peykerê 16emîn Serokê Amerîkayê Îbrahîm Lincoln li Parka Neteweyî kom bûn û dest bi meşa 24 rojî a ber bi baregeha Netewên Yekgirtî li New Yorkê kirin.

Serokê Tora Zanyariyan a Kurdî-Amerîkî Kanî Xulam, xwediyê vê bîrokeyê ye û navê “Meşa ji bo Azadî û Rûmetê” Lê hatiye kirin.

Kanî Xulam plan dike ku eger keşûhewa libar be, di 24ê vê mehê de, di 100 saliya îmzekirina Peymana Lozanê de, bigihe pêş baregeha Netewên Yekgirtî, ji bo şermezarkirina peymanê ku ew dibêje, vê peymanê di 100 salên borî de zilm û zordariya li ser gelê Kurd zêde kiriye.

Serokê Tora Zanyariyan a Kurdî-Amerîkî armanc dike ku gelê Amerîkayê zêdetir ji doza Kurd agahdar bike û ew bala xwe bidin daxwaz û têkoşîna gelê Kurd ya ji bo azadiyê.

Li gorî agahiyan, çalakiya Kanî Xulam ji aliyê Kurdên dîaspora û alîgirên doza Kurdistanê yên li Amerîkayê ve tê pêşwazîkirin û tê çaverêkirin di çalakiyê de xelk alîkariyên pêwîst jê re bê pêşkêşkirin.

Wek Tora Zanyariyan a Kurdî-Amerîkî ragihandiye, meşa wan ji bo rastkirina xeletiyeke sedsalî ye.

Berî sed salan li ser navê “aştiyê” li hemberî gelê Kurd xeletiyek mezin hat kirin. Piştî Şerê Cîhanê yê Yekem bi 5 salan, Di Tîrmeha sala 1923an de welatên di Şerê Cîhanî yê Yekem de bi ser ketibûn, li bajarê Lozana Swêsreyê civiyan û peymana ku bi navê Peymana Lozanê tê nasîn, îmze kirin. Li gorî vê peymanê, dewletên nû; Îraqa Brîtanî û Sûrîyeya Fransî û her wiha mîratgirên du dewletên kevn; Tirkiye û Îran jî wek desthilatdarên welatê Kurdan, hatin avakirin.

Tora Zanyariyan a Kurdî-Amerîkî bang li Kurdistaniyan û raya giştî dikin, daxwaz ji nûnerên xwe bikin ku bi rêya telefon, e-mail an jî twîtterê tevlî wan bibin. Bang li Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Guterres bikin ku nûnerekî taybet ji bo çareserkirina pirsgirêka 50 milyon gelê Kurd li Rojhilata Navîn ku ji welatekî serbixwe bêpar mane, destnîşan bike. Ala rûmet û azadiyê li tevahiya Rojhilata Navîn bilind bikin û ji nûnerên xwe yên hilbijartî daxwaz bikin ku piştgirî bidin diyarkirina nûnerê taybet ê pirsa Kurd li Netewên Yekgirtî.

Peymana Lozanê di 24ê tîrmeha 1923an de li Lozana Swîsreyê di navbera Brîtanya, Fransa, Japonya, Romanya, Sirbistan, Kirwatya, Slovenya, Yewnanîstan û Tirkiyeyê de hat îmzekirin. Kurd ji bo bîranîna Peymana Lozanê çalakiyên curbecur organîze dikin û bi vî awayî dijberiya xwe li hember vê peymanê nîşan didin, ji ber ku Kurd piştî şerê cîhanê yê yekem di nexşeya herêmê de, hatine bindestkirin. Encama peymanê li Rojhilata Navîn bi giştî û bi taybetî jî li Kurdistanê, bêaramî, kuştin û neheqî zêde kiriye.