Li Diyarbekirê konferansa ‘100 Saliya Lozanê û Paşeroja Kurdistanê’ hat lidarxistin
Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê bi pêşangiya partiyên siyasî yên wek: Partiya Maf û Azadiyan (Hak-Par), Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Sosyalist a Kurdistanê (PSK), Partiya Domkrat a Kurdistan (KDP-PDK) û Tevgera Demokrat a Kurd (TDK) ‘Konferansa 100 Saliya Lozanê û Paşeroja Kurdistanê’; bi beşdariya lêkolîner û nivîskarên ku li ser mijarê kar û xebat kirine hat lidarxistin.
Konferansa 100 saliya Lozanê û paşeroja Kurdistanê, di 8’ê Tîrmehê de, li Diyarbekirê bi 2 rûniştinan birêve çû. Di rûniştinan yekem de, Civaknas, lêkolîner û nivîskar Îsmaîl Bêşîkçî, Nivîskar û lêkolîner Mehemt Bayrak, Ekrem Onen û Dr. Kîr Îllî Vertyayev rastewxwe û Nivîskar û lêkolînerên Kurd, Prof. Dr. Yaşar Abdulselamoglû û Hasan Yildiz jî bi rêya zoomkonferansê axaftinên xwe pêşkêş kirin.
Lêkolîner û nivîskaran balê kişandin ku, bi peymana Lozanê kefene mirinê li Kurdistanê hatiye ferzkirin û tenê Kurd jinedîtîve nehatine dîtin, hem wext hewlên têkdan û ji holê rakirina gelê Kurd û Kurdistanê hatiye dayîn.
Nivîskar û lêkolîner Mehmet Bayrak ji K24ê re got: “Min di pirtûk û berhemên xwe de, her behsa wan peyman û plansaziyên ku ji bo tunekirin, pişaftin û têkbirina Kurd û Kurdistanê hatine birêxistin kiriye. Dema ku em bi giştî lê dinihêrin, dibînin ku dewletên mêtînger jî, dewletên dagirker ku ji aliyê wan ve hatine damezrandin jî, sozên ku dane Kurdan bicîh neanîne û Kurd bê piştgirî mane. Kurd jî di nav xwe de hevgirtî nebûne û loma jî 100 sal zêdetir e çi qarasat nemane ku bi ser Kurd û Kurdistanê ve hatine. Lozan wek kelepçe ye ku li Kurd û Kurdistanê hatiye xistin û divê Kurd bi van jêderan dersa xwe bistînin û bi awayekî hevgirtî li çarenûsa xwe bigerin.”
Di rûniştina duyemîn ya konfernasê de jî Serokên giştî yên partiyên siyasî ku konferansê lidarxistin, gotarên xwe pêşkêşkirin.
Siyasetmedarên Kurd jî balê kişandin ku piştî 100 sal bi ser Lozanê de derbas buye jî, pirsgirêkên ku Kurdan û Kurdistanê kiriye vê rewşê hêj jî berdewam dikin û radigihînin ku divê Kurd ji bo stastuya gel û welatê xwe, helwesta xwe zelal bikin û bi mildayîna hev xwe ji kefene mirinê rizgar bikin.
Serokê Giştî yê HAK-PAR’ê Duzgun Kaplan got: “Bawer bikin ku 100 sal bi şûn de jî derdê me heman tişt e. Li Kurdistana Başûr dewleteke federal heye û hîn ew der jî di bin xetereyan de ye. Parçeyên dinê Rojava û Rojhilat rewşa wan xirab e û li parçeyê herî mezin bakûrê Kurdistanê jî hîna temsiliyeteke neteweyî nîn e. Pêşeroja xwe em çewa dikarin diyar bikin. Li Kurids-istanê û Cîhanê 2 xet xuya bûne. Xetên xêr û şer. Yanî xeta şer yên ku ji Kurdan re statü naxwazin. Hem din av dewletên emperyal, hem dewletên dagirker û hem jî di nav siyaseta Kurdan de yên ku ji bo Kurdistanê statü naxwazin hene û ew xeta şer in. Xeta me jî ya statuxwaze ku di 2017’an de bi referandoma li başûrê Kurdistanê re destpê kir.”
Di Konferansa 100 Saliya Lozanê û Paşeroja Kurdistanê de, rewşembîr û siyasetmedarên ku beşdarbûn û axaftinan kirin, balê kişandin ku bi Lozanê kefenekî li Kurdan hatiye kirin û lê divê Kurd ji niha û pêve hewl bidin ku wî kefenî bidirînin û bigihên maf û azadiyên xwe, li welatê xwe xwe bixwe birêve bibin.