Serokwezîr Mesrûr Barzanî fermana vekirina Çaksaziya Mezinan li Germiyanê da

Bi fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Rêveberiya Çaksaziya Mezinan li îdareya serbixwe ya Germiyanê tê vekirin.

Hewlêr (K24) – Bi fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Rêveberiya Çaksaziya Mezinan li îdareya serbixwe ya Germiyanê tê vekirin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, bi fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Rêveberiya Çaksaziya Mezinan li sînorê îdareya serbixwe ya Germiyanê, ser bi Wezareta Kar û Karûbarên Civakî tê vekirin.

Di daxuyaniyê de li ser vekirina wê rêveberiyê hatiye eşkerekirin, di çarçoveya xizmetkirina parêzgehên Herêma Kurdistanê û girîngîdana Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi îdareyên serbixwe û hemû navçeyên Herêma Kurdistanê, li ber berjewendiya karûbarên nişteciyên sînorê îdareya serbixwe ya Germiyanê û liberçavgirtina berjewendiyên giştî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî ev ferman derkiriye.

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku ev ferman ji roja derçûnê ve ku dibe 11ê Tîrmeha 2023an, tê cîbicîkirin.