Rojnamevanên biyanî: Kabîneya Nehem jîngeheke firehtir ji bo karê rojnamegeriyê peyda kiriye
Navenda Nûçeyan (K24) – Rojnamevanên biyanî behsa rewşa rojnamegeriyê di heyama çar salên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, li gorî navçeyên din ên ku lê kar kirine, dikin.
Nêzîkî 50 rojnamevanên biyanî li Herêma Kurdistanê hene ku jîngeheke berfireh a xebatê ji wan re heye û ew bi giringî behsa azadiya kar a ji wan re hatiye peydakirin dikin.
Riyaz Mihemed, rojnamevanê kanaleke erebî ku li Herêma Kurdistanê kar dike, dibêje: “Ji bo çapemeniyê azadiyeke berfireh heye û em dikarin nerazîbûna xwe jî nîşan bidin. Li vir tu astengî li pêşiya karê me tune ye. Di Kabîneya Nehem de bi ti awayî rojnameger nehatiye astengkirin. Em dixwazin aliyên peywendîdar me vexwînin hemû kongre û konferansan, da ku dengê Kurd bigihînin hemû welatên Erebî.”
Ehmed Hemdanî rojnamevanekî din ê biyanî ye ku 10 sal in li Hewlêrê kar dike ji K24ê re got: “Li Herêma Kurdistanê bi taybetî li Hewlêrê li gorî navçeyên din ên Iraqê, azadî gelekî fireh e. Li ser karê me, ti carî gef li me nehatiye xwarin û li her deverê destûr tê dayîn ku em kar bikin.”
Got jî: “Li Herêma Kurdistanê em dikarin her demê kar bikin, berûvajî deverên din ên Iraqê, ku rojnamevan nikarin bi şev kar bikin.”
Li gorî lêkolînên berdewam yên Sendîkaya Rojnamegeran, ti pirsgirêkeke kar a rojnamevanên biyanî li Herêma Kurdistanê nîne.
Sekreterê Yekîtiya Rojnamevanên Kurdistanê Hendirên Mihemed ji K24ê re got: “Rojnamevanên biyanî li Herêma Kurdistanê kar dikin û ti kêşeyên wan nînin. Carinan ew ji hinek rojnamevanên xwecihî profesyoneltir kar dikin.”
Sê cure rojnamevanên biyanî li Herêma Kurdistanê kar dikin: Rojnamevanên ajansên mezin in ku li Herêma Kurdistanê dest bi kar kirine, rojnamevanên ku nikarin li Bexdayê kar bikin û rojnamevanên ku di ajanseke navdewletî de kar dikin û ji bo karekî diyarkirî tên û vedigerin.