Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Siberoj geş e û karwanê çaksazî û avakirinê ranaweste
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de spasiya xelkê Kurdistanê dike û ragihand, siberoj geş e û karwanê çaksazî û avakirinê ranaweste.
Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de spasiya xelkê Kurdistanê dike û ragihand, siberoj geş e û karwanê çaksazî û avakirinê ranaweste.
Îro Pêcşemê 13ê Tîrmeha 2023an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de li ser hejmara xwe ya Twitterê ragihand: “Spas ji bo hemû ewanên di van çar salên borî de, ji bo Kurdistaneke bihêztir û avedantir, piştevanên me bûn.”
Di peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî de hatiye destnîşankirin: “Spasa min a taybet jî ji bo xelkê xweragir ê Kurdistanê. Siberoj geş e û karwanê çaksazî û avakirinê ranaweste.”
سوپاس بۆ هەموو ئەوانەی لەم چوار ساڵەی رابردوودا، لەپێناو کوردستانێکی بەهێزتر و ئاوەدانتر پاڵپشتمان بوون. سوپاسی تایبەتیشم بۆ خەڵکی خۆڕاگری کوردستان. ئایندە گەشە و کاروانی چاکسازی و ئاوەدانی ناوەستێت.
— Masrour Barzani (@masrourbarzani) July 13, 2023