Baroya Diyarbekirê ji bo zamên ku hatin ragihandin betal bibin doz vekir
Diyarbekir (K24) - Piştî ku li dijî zamên dawîn di civakê de nerazîbûnên berfireh derketin holê di warê hiquqî de jî li dijî zamên hatine ragihandin gavek hat avêtin ku Baroya Diyarbekir ji bo ku zam werin betalkirin serîlêdan kir.
Baroya Diyarbekirê da zanîn ku wan ji bo ku zamên dawîn ên hatine ragihandin were betalkirin serî li Dadgeha Şewrê ya Bilind daye.
Baroya Diyarbekirê amaje kir ku piştî Baca Wesaîtên Taybet hat zêdekirin û ev yek di rojnameya fermî de hat weşandin wan jî gaveke hiquqî avêt û serîladên kir.
Baro balê dikêşe ku maddeya 12. a yasaya nû ya zêdekirina bacê ne li gorî hêmana baca qanûnî ye û divê were betalkirin.
Herwiha diyar dike ku yasaya hatî derxistin li dijî maddeya makezagonê ya 73. e ku ev yek tê wê wateyê yasaya nû ya zêdekirina baca wesaîtan a taybet li dijî makezagonê ye.