Amerîka daxwaz dike Wezîrê Pêşmerge vegere ser karê xwe
Alîkara Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê daxwaza vegera Wezîrê Pêşmerge bo ser karê xwe dike.

Hewlêr (K24) – Alîkara Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê daxwaza vegera Wezîrê Pêşmerge bo ser karê xwe dike.
Jêderekî agahdar ji Kurdistan24ê re ragihand: “Di serdana xwe ya dawî de Alîkara Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Dana Stroul daxwaza vegera Wezîrê Pêşmerge bo ser karê xwe kiriye.”
Her wiha diyar kir: “Wezîrê Pêşmerge ji bo vegera ser karê xwe çend daxwaz ji partiya xwe kiribûn û tîma YNKê ya li hikûmetê û serkirdetiya YNKê bi daxwazên wî razî bûne tenê Qubad Talebanî maye rizamendî nîşan bide.”
Pêştir ji ber destwerdana partiya xwe di karûbarên wî de, Wezîrê Pêşmerge boykota dewamkirinê kiribû û çend meh in Wezareta Pêşmerge bê wezîr e.
Piştî ku Wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl dîwana wezaretê bi cih hişt û boykot kir, hejmarek ji kesên nêzîkî wî û kadro û endamên YNKê rexne li partiya xwe girtin, ku destwerdanê di karûbarên Wezîrê Pêşmerge de kirine û zext lê kirine, loma neçar bûye boykotê ragihîne.