Serokwezîr Mesrûr Barzanî ligel şandeke veberhênanê ya Siûdiyê civiya
Li ser pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Erebistana Siûdî di warê pêşvebirina veberhênana wî welatî de li Iraq û Herêma Kurdistanê, gotûbêj kirin.
Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û şandeke veberhênanê ya Erebistana Siûdî li ser pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Erebistana Siûdî di warê pêşvebirina veberhênana wî welatî de li Iraq û Herêma Kurdistanê, gotûbêj kirin.
Roja Duşemê 11ê Îlona 2023an, Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke Erebistana Siûdî ya bi serokatiya Birîkarê Wezareta Verberhênanê yê Erebistanê Se'd El Şehranî kir.
Di civînê de li ser pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Erebistana Siûdî di warê pêşvebirina veberhênana wî welatî de li Iraq û Herêma Kurdistanê, gotûbêj hat kirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî tevî balkişandina ser pêwendiyên dostane û dîrokî yên navbera Herêma Kurdistanê û Erebistana Siûdî, kurteyek li ser çaksaziyên Kabîneya Nehem di warê cûrbicûrkirina aborî û hêsankarîkirina ji bo veberhênerên navxwe û derve de xiste rû.
Ji aliyê xwe ve, Birîkarê Wezareta Veberhênanê ya Erebistana Siûdî xwesteka bihêzkirina pêwendiyên dualî yên di warên cûr bi cûr de dûpat kiriye, bi taybetî di warên geştûguzarî, çandinî û veberhênanê de.