Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Salih Qellab parêzvanekî diyar ê mafên gelê Kurdistanê bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de, sersaxî ji malbata nivîskar û rojnamevanê navdar ê Ereb û wezîrê berê yê ragihand û rewşenbîrî yê Urdinê Salih Qellab re şand.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de ragihand, “Bi mixabinî min koça dawî ya nivîskar û rojnamevanê navdar ê Ereb û wezîrê berê yê ragihand û rewşenbîrî yê Urdinê Salih Qellab bihîst.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Xwedêjêrazî Salih Qellab parêzvanekî diyar ê mafên gelê Kurdistanê bû, sersaxiyê li malbata wî dikim û hevparê xema wan im. Xwedêyê mezin giyanê wî bi bihuştê şad bike û sebr û aramiyê bide kesûkarên wî.”
Nivîskar û rojnamevanê navdar ê Ereb û wezîrê berê yê ragihand û rewşenbîrî yê Urdinê Salih Qellab îro 25ê Cotmeha 2023an di temenê 79 saliyê de koça dawiyê kiribû.