Li navçeya Mêrgasorê zêdeyî 200 minên Valmara hatin têkbirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Mêrgasorê 202 mînên ji cureya Valmarayê ji aliyê tîmên têkbirina teqemeniyan a Hewlêrê ve hatin têkbirin.
Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Mînan îro 8ê Mijdarê bi daxuyaniyekê ragihand, li gundê Şerokiyan ê navçeya Mêrgasorê ya ser bi Hewlêrê ve, 202 mînên Valmarayê hatin dîtin û ji aliyê tîmên jinavbirina teqemeniyan ve hatin têkbirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, karê têkbirina mînan li vê kêlgeha mînan, bi piştgiriya rêxistina ITF ya Slovenyayê hatiye kirin.
Pêştir Cîgirê Berpirsê Dezgeha Mînan Niyazî Xalid ji K24ê re ragehandibû, heta niha nêzîkî 260 kîlometre çargoşe mîn li Herêma Kurdistanêm aye û divê were pakkirin û ji bo pakkirinê jî, pêwîstî bi bûdceyeke mezin heye.
Herwiha Niyazî Xalid gotibû: Ajansa Mînan karîye %60 ji deverên mînkirî yên Herêma Kurdistanê pak bike.
Niyazî Xalid derbarê Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de got, Kabîneya Nehem baştirîn piştevanî ji vê dezgehê re kiriye û piraniya daxwazên dezgehê cibicî kirine.