DEM Partiyê namzedên 16 bajarên mezin, 40 navend û 3 navçeyan aşkere kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – DEM Partiyê namzetên hevşaredariyê yên 16 bajarên mezin, 40 navend û 3 navçeyan aşkere kir. Namzetên hevşaredariya Bajarê Mezin ên Stenbolê jî, Meral Daniş Beştaş û Mûrat Çepnî ne.
Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan duhî di konferanseke rojnamevanî de, namzetên DEM Partiyê yên ji bo hevşaredariyên 16 bajarên mezin, 40 navend û 3 navçeyan aşkere kirin.
Ji wan jî ev in:
- Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê: Ayşe Serra Bûcak Kuçuk û Dogan Hatûn
- Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê: Devrîm Demîr û Ahmet Turk
- Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê: Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan
- Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê: Meral Daniş Beştaş û Mûrat Çepnî
- Şaredariya Bajarê Mezin a Bûrsayê: Kasim Yildirim û Bîlmez Erboga
- Şaredariya Bajarê Mezin a Antalyayê Kemal Bulbul û Nesîbe Bahadir
- Şaredariya Bajarê Mezin a Eskîşehîrê Gamze Toprak û Sûat Başaraner
- Şaredariya Bajarê Mezin a Denîzliyê: Cevahîr Kayar û Hanîfî Yildirim
- Şaredariya Bajarê Mezin a Sakaryayê: Engîn Guleser û Emîne Melîs Tantan
- Şaredariya Bajarê Mezin a Konyayê: Gulbahar Gunduz û Bulent Kiliç
- Şaredariya Bajarê Mezin a Samsûnê: Încî Aydin û Hasan Îlten
- Şaredariya Bajarê Mezin a Ordûyê: Zeynep Toptaş Yilmaz û Necmettîn Dûrmûş
- Şaredariya Bajarê Mezin a Trabzonê: Leyla Uzum û Samedîn Gundogan
- Şaredariya Bajarê Mezin a Kayseriyê: Remziye Erener û Îhsan Sariyar
- Şaredariya Bajarê Mezin a Mereşê: Fatma Şikyurek û Alî Ardiç
- Şaredariya Bajarê Mezin a Meletiyê: Sevîm Şîmşek Bayram û Abdulvahap Ekîm
- Şaredariya Agiriyê: Hazal Aras û Memet Akkûş
- Şardariya Êlihê: Gulistan Sonuk û Mehdî Oztuzun
- Şaredariya Bedlîsê: Sumeye Kiziltepe û Enver Barîn
- Şaredariya Colemêrgê: Viyan Tekçe û Mehmet Siddik Akiş
Şaredariya Îdirê: Nejla Kûm û Mehmet Nûrî Guneş
- Şaredariya Qersê: Arzû Savaş Derman û Kenan Karahanci
- Şaredariya Sêrtê: Safiye Alagaş û Mehmet Kaysî
- Şaredariya Sêwasê: Semîha Şahîn û Cemal Pîr