Serokê Herêma Kurdistanê û Şahê Urdinê rewşa dawî ya navçeyê gotûbêj dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî li gel Şahê Urdinê civiya û rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên li navçeyê gotûbêj kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 17ê Sibatê li Almanyayê di çarçoveya Konferansa Asayîşê ya Munchenê de, bi Şahê Urdinê, Şah Ebdulah Bin Husên ê Duyem re civiya.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêmê, “Her du alî behsa têkeliyên Urdinê ligel Îraq û Herêma Kurdistanê û pêşhatên dawî yên navçeyê kirin.”
Her du aliyan behsa metirsiya zêdekirina aloziyan li Rojhilata Navîn û berfirehkirina bandor û encamên wê kir, ku ev jî dê bibe metirsî li ser aştî û aramiya navçeyê, ji ber wê jî pêwîstî pê dîtin ku “ji bo aramiya rewşê, hewl ji hemû aliyan ve werin dayîn.”
Serokê Herêma Kurdistanê û Şahê Urdinê xwesteka xwe ya ji bo zêdetir pêşxistina peywendiyan û berfirehkirina warên hevkariyê nîşan dan û di vê derbarê de Nêçîrvan Barzanî peywendiyên dîrokî yên di navbera Şahnişîna Urdin û malbata Haşimî ya li gel Herêma Kurdistanê bilind nirxand.
Di mijareke din jî, Serokê Herêma Kurdistanê û Şahê Urdinê di hevdîtina xwe de, rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê û metirsiya terorê li ser navçeyê gotûbêj kirin.