Koçberên li Efrînê gazinan ji nebûna alîkariyan dikin

Efrîn (K24) – Koçberên li derdora Efrînê hatine bicihkirin, gazinan dikin ku di vê meha Remezanê de alîkariya wan nehatiye kirin  û ji erdheja sala bûrî ve ew di bin çadiran de dimînin. Endamekî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî jî dibêje, miletê li Efrînê hejar e û alîkariyên têne kirin jî ne di astê pêwîst dene.

Li derdora Efrînê gelek kamp piştî erdheja Sibata 2023an hatiye danîn. kesên di vê kampê de rastî gelek zehmetiyan tên. Rêveberê kampê rojane di nava wan de digere û guhdariya gilî û gazinên wan dike, lê tiştek bi destê wî dernakeve. Koçber jî dibêjin ti alîkarî nagihe destê wan.

Rêveberê Kampê Diya El-Omer ji K24ê re got: “Li vir 10 kampên me hene ku ji ber erdhejê bi awayekî rasthatinî hatine avakirin, lê tu alîkarî nagihêje koçberên li vir. Ava wan jî tune ye. Li vir rewşa gelekî pir xerab e. Hin kes nikarin nanek jî bikirin. Di vê Remezanê de hinek malbat nikarin yek xwarinê jî peyda bikin.”

Koçber Ruqeya Mustefa dibêje: “Ez her tiştê xwe bi deyn dikirim. Em rojnan dixwin û rojinan naxwin. Di Remezanê de rewşa me wiha ye. Dema erdhej hin alîkarî hatin, lê niha tiştek nîne, rewşa me pir xerab e.”

Serbest Xelîl ji Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî jî dibêje, alîkariyên têne kirin ne di wî astê pêwîst û hewcdariya xelkê deye, rewşa xelkê li Efrînê bi giştî xirab e, miletê wê jî hejar e.

Di erdheja Sibata 2023an de, zêdeyî 48 hezar malbat li bakurê rojavayê Sûriyeyê koçber bûn, bajarê Cindirês yê Efrînê jî yek ji wan cihên ku ziyaneke mezin gehabûyê de ku heta niha jî mal li erdê ne û  koçber li  malên xwe venegeriyane.

Fly Erbil Advertisment