PDK û UNAMI li ser piroseya hilbijartinên Perlemana Kurdistanê dicivin

PDK û UNAMI li ser piroseya hilbijartinên Perlemana Kurdistanê dicivin
PDK û UNAMI li ser piroseya hilbijartinên Perlemana Kurdistanê dicivin

Navenda Nûçeyan (K24) - Şandeke bilind a PDKyê û şandeke Neteweyên Yekgirtî li ser nerîn û têbîniyan ji bo hilbijartinên Perlemana Kurdistanê dicivin.

Şandeke PDKyê ku ji endamên Mekteba Siyasî ya PDKyê Hêmin Hewramanî û Amîna Zikrî û Cehfer Êmînkî û endamên pişka hilbijartinan a Mekteba Siyasî pêk hatibû îro (Yekşem, 07ê NÎsana 2024ê) bi şandeke UNAMI ya bi serokatiya Cîgirê Nûnera Taybet a Sikirtêra Gişrî ya Neteweyên Yekgirtî li Îraqê Claudio Cordone re civiya.

Hêmin Hewramanî li ser tora civakî ya Facebookê ragehandibû, “Ew civîn li ser pêşniyara Nûnera Taybet a Sikirtêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Îraqê Jeanine Hennis-Plasschaert bû ku di dawî serdana xwe ya ji bo Herêma kurdistanê û civînên xwe yên bi Serok Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê re pêşniyar kiribû, ku daxwaz kir şandeke şareza û teknîkî ya UNAMIyê serdana Hewlêrê bike û bi şandeke PDKyê re li ser dîtin û nerîn û têbîniyên PDKyê ji bo hilbijartinên Perlemana Kurdistanê danûstandinan bike.

Di wê rûniştinê de, şanda UNAMIyê tekez li ser giringiya piroseya hilbijartinan bi awayekî ku cihê baweriya tev aliyan be û tevlîbûna hemî aliyan kir û ragehand ku ji bo haydarbûna ji hûrkariyên dîtin û nerîn û têbîniyên PDKyê dilgerm in.

Hêmin Hewramanî nivîsiye, “Me wekî şanda PDKyê ron kir UNAMI şahida wê yekê ye ku ew du sal bûn PDKyê daxwaza hilbijartinan dikir û pabendî piroseya hilbijartinan bû û çar caran Serokê Herêma Kurdistanê mersûm jî derxist û hin aliyên din rêgir bûn û nedihişt rûniştinên perlemanê ji bo danûstandinên li ser reşnivîsa edilandina qanûna hilbijartinan pêk bûn û her ji destpêkê ve dijî karkirina komisyonê bûn”.

Hêmin Hewramanî tekez li ser helwesta PDKyê kiriye û amaje daye, “Me ji wan re ron kir ku PDK niha jî ji bo hilbijartinan amade ye, bi şertekî ku dûrî dîzaynên pêşwext be û divê UNAMI ji bo çarekirina arêşeyên teknîkî û gerentîkirina pakijî û zelaliya tevaya wê piroseyê li ser xetê be û dûrî wê amadekariya pêşwext be ya ku hin aliyên navxweyî û derve ji bo dîzaynkirina kursiyên PDKyê û îradeya dengderan bername jê re hatiye danan”.

Mekteba Siyasî ya PDKyê roja Duşemê, 18.03.2024, beyannameyek li ser rewşa niha ya Îraqê, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê, hilbijartinên Perlemana Kurdistanê, biryarên Dadgeha Federalî û çend pirsên din belav kir û tê de ragehand, “Em wekî berjewenda gel û welatê xwe dibînin ku partiya me neçe bin barê pejirandina biryara nedestûrî û sîstemeka sepandî ji derveyê îradeya gelê Herêma Kurdistanê û dezgehên wê yên destûrî û tevlî wan hilbijartinan nebe ku bi awayekî neqanûnî û nedestûrî û li jêr sîbera sîstemeka sepandî bên kirin”.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja Yekşemê, 03.03.2024, di merasîmekê de roja 10.06.2024ê wekî jivanê birêveçûna hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê diyar kir.

Fly Erbil Advertisment