Kabîneya Nehem girîngiyeke taybet daye sektora jîngehparêziyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê di heyama çar salên karên xwe de giringiyeke taybet daye sektora jîngehparêziyê û çendîn kar û çalakiyên giring di vî warî de encam dane.
Ji destpêka Kabîneya Nehem ve, li parêzgehên Hewlêr, Silêmanî, Dihok û Helebce, razemendî û molet bi 11 hezar û 558 proje di warên pîşesazî, pîşesaziya xurek, xizmetguzarî, bazirganî, çandinî û tenduristiyê de hatine dayîn:
Li Hewlêrê 3940 proje, li Silêmaniyê 3541 proje, li Dihokê 2399 proje, li Helebce 39 proje, li Germiyanê 1004 proje û li Raperîn 635 proje.
Di vê heyamê de, rêgirî li vekirina 89 projeyên li parêzgehan û îdareyên serbixwe hatiye kirin, ku li gorî yasa û rênimayên jîngehê ne guncayî bûn, herwiha çavdêrî, şopandin û kontrolkirina 19 hezar û 658 projeyan di warên cuda de hatiye kirin.
Di heman heyamê de, 7240 kampanyayên hişyarkirina jîngehê û ragihandinê ji bo hişyarkirina welatiyan ji bo parastina jîngehê hatin kirin.
Herwiha ew kargeh û projeyên ku berî yasaya jimare 8 a sala 2008an molet wergirtine û di warên wan projeyan de deverên kesk tinebûn, bi karên keskkirinê li navçe û cihên din hatine erkdarkirin, bi awayekî ku zêdetir ji 706 donim erd hatiye keskkirin.
Kar û nêrîna Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya ji bo Kurdistaneke kesk:
1- Qedexekirina şewitandina gaza kêlgehan:
Li parzûngehên petrolê yên Herêma Kurdistanê rojane 150 milyon metre sêca gazên ziyanker dihat şewitandin û têkelî bayê pak dibû, Serokwezîr Mesrûr Barzanî ev yek qedexe kir.
2- Hilberîna enerjiya pak a bi enerjiya royê:
Serokwezîr Barzanî 100 milyon dolar ji bo berhemanîna enerjiya nûjenbûyî bi rêya enerjiya royê heta dawiya sala 2024an terxan kiriye, bi mebesta dûrketina ji sotemeniyên kevneşopî.
3- Berhevkirina ava baranê:
Zêdetirî 100 hewz ji bo komkirina avê hatine çêkirin, ku alîkariya sektora çandinî û geştiyariyê dike û rê li ber lehiyê digire.
4- Damezrandina kargeha vezîvirandina qîra bikarhatî:
Serokwezîr Mesrûr Barzanî yekem kargeha pêşkeftî ya vegerandina qîrê vekir ku wek yekem kargeha ji vî awayî li ser astê Iraqê tê zanîn ku stûneke girîng a şoreşa jîngehdostiyê ye.
5- Derkirina Yasaya Parastina Mafên Ajelan:
Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest bi cîbicîkirina projeyasaya jimare 14 a derbarê mafên alelan û sizakirina tund a wan kesên ku tundiyê li ajelan dikin, kiriye.
6- Parastina çavkaniyên avê:
Herêma Kurdistanê bi projeyasaya jimare 4, hewla parastina samana avê daye, bi taybet parastina çavkaniyên avê ji qirêjiyê guhertina topografî.
7- Ciwankirina jîngeha Kurdistanê:
Li Herêma Kurdistanê dest bi çêkirina zêdetirî 200 bendav û hewzan ji bo ciwanbûna sirûştê hatiye kirin.
8- Dermankirin û dubare bikaranîna çopê:
Kabîneya Nehem mijara vezîvirandinê bi pêş ve xistiye û hêsankarî ji bo avakirina kargehên vezivirandina plastîk, alûmînyûm û metalên din kiriye.