Seîd Cerdo: Mesrûr Barzanî piştevaniyeke bêsinor ji Êzidiyan re dike

Seîd Cerdo
Seîd Cerdo

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Desteya Bilind a Bingeha Rewşenbîrî ya Lalişê eşkere dike, “Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştevaniyeke bêsinor ji Êzidiyan re dike”.

Serokê Desteya Bilind a Bingeha Rewşenbîrî ya Lalişê Seîd Cerdo îro (Yekşem, 12.05.2024) ji K24ê re amaje da, “Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştevaniyeke bêsinor ji me re dike”. Herwesa got, “Em hêvîdar in Hikûmeta Îraqê ji bo çarekirina birîna Êzidiyan piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bike”.

Seîd Cerdo daxwaz ji Hikûmeta Îraqê kir, “Pêngavên rijd ji bo pirsa nasandina komkujiyên Êzidiyan wekî jenosîd li dadgeh û Civaka Navdewletî biavêje, ji bo ku ew kesên dest di komkujiyên Êzidiyan de heye bigehin sizayê xwe û qurbanî jî bên qerebûkirin”.

Navbirî ji bo helwesta Hikûmeta Îraqê li ser pirsa komkujiyên Êzidiyan jî got, “Hikûmeta Îraqê heta niha pêngavên rijd ji bo pirsa Êzidiyan û çarekirina birîna wan neavêtine”. Tekez kir, “Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi xwe piştevaniyeke bêsinor ji Êzidiyan re dike”.

Serokê Desteya Bilind a Bingeha Rewşenbîrî ya Lalişê amaje da pirt û belavbûna Êzidiyan jî û ragehand, “Ew pirt belavbûn zirarê digehîne pirsa Êzidiyan”. Hêvî jî xwast ku ew pirt û belavbûn bidawî bê û nebe sedema jibîrkirina wan azarên ku bi serê Êzidiyan hatine”.