Encûmena Wezîran rêkarên hinardekirina petrolê û amadekariyên serjimêriya giştî gotûbêj bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê îro 12ê Hezîranê bi serpereştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîrê Qubad Talebanî civiya.

Di xala yekem a civînê de, encamên serdana vê dawiyê ya şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê û nûnerên kompanyayên petrolê bo Bexdayê û civîna ligel Wezareta Petrola Iraqê, li ser pirsa destpêkirina hinardekirina petrolê, ji aliyê Sekreterê Encûmena Wezîran Amanc Rehîm ve hatin pêşkêşkirin.

Sekreterê Encûmena Wezîran behsa rêkarên destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê û hûrgiliyên danûstandinên vê dawiyê yên di navbera her du hikûmetan û kompaniyên petrolê de kir. Ameje bi wê jî kir, di civînan de şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekezî li ser wê yekê kir ku pêwîst e di zûtirîn dem de rêkar û mekanîzma çareserkirina hemû asteng û berbestên li ber destpêkirina hinardekirina petrolê bi rêya SOMO bên danîn û dahata firotina petrolê ji bo xezîneya Iraqê were vegerandin bo xizmetkirina xerciyan, da ku êdî xezîneya Iraqê û Herêma Kurdistanê zirarê nebînin, ev jî daxwaza Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hkûmeta federal û kompanyayên petrolê ye. Herwiha amaje bi wê kir, li ser wê yekê ku di civînên li Bexdayê de me amadebûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo hêsankirina her karekî di vî warî de nîşan da, di civînên Bexdayê de, amadehiya Hikûmeta Herêmê ji bo her hêsankariyekê nîşan da, ji bo bi berçavgirtina binema û desthilatên destûrî û berjewendiya giştî ya hevbeş, civîn di vê çarçoveyê de berdewam bin.

Encûmena Wezîran hewlên Tîma Danustandinan bilind nirxand û tekezî li ser wê yekê kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê nabe asteng li ber destpêkirina hinardekirina petrolê û dixwaze di zûtirîn dem de bigehe rêkeftina dawî.

Di xala duyem a civînê de, gotûbêj li ser biryara hikûmeta federalî ya taybet bi danîna du xalên gumrikê li her du parêzgehên Neynewa û Diyalayê bû, ku bandorê li ser rêya hatinûçûna bazirganiyê li deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê kiriye.

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Darayî û Aborî Awat Şêx Cenab raportek li ser bandor û encamên nerênî yên vê biryarê li ser bazirganiyê pêşkêş kir. Encûmena Wezîran biryar da ku bi berdewamî peywendî digel aliyên peywendîdar yên hikûmeta federalî de bike, jibo gotûbêjkirina vê pirsê bi awayekî ku di berjewendîya giştî de be û hêsankarî bike ji bo geşepêdana tevgera bazirganî li iraq û Herêma Kurdistanê, bi şopandina berçavgirtina destûr û yasayên derbasdar û nehîştina rûtîn û astengiyan.

Piştre di xala sêyem de, Wezîrê Plandanînê Dara Reşîd raportek berfireh û tijî zanyarî derbarê pêkanîna serjimêriya giştî ya xelkê Iraq û Herêma Kurdistanê pêşkêş kir, ku biryar e di meha Mijdara îsal de bê encamdan.

Wezîrê Pilandananê ronahî xiste li ser rêkar, amadekarî û pêngavên wezareta xwe ji bo pêkanîna serjimêriya giştî bi awayekî zanistî, ji bo geşepêdana hemelaye be û dûr be ji destêwerdan û her armanceke siyasî, bi taybetî li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Encûmena Wezîran destxweşî li hewildanên Wezareta Pilandananê û hevahengiya wan a berdewam ligel hikûmeta federal û giringîdana bi serjimêriyê kir, ji bo mebestên vejandin, avedankirin û geşepêdanê. Tekez kir ku divê ev serjimêrî li ser bingeha dadperwerî û wekheviyê û dûrî her armanceke siyasî û niştimanî û binpêkirina pirensîpên destûrî û madeya 140 ya destûrê ya taybet bi navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê be, ku pêwîst e destûr biryara çarenivîsa van herêman bide.

Di dawiyê de, Wezîrê Perwerdeyê Alan Heme Seîd amadekariyên Wezareta Perwerde û aliyên peywendîdar ji bo ezmûnên giştî yên pola 12 a amadeyî li hemû beşan li seranserî Herêmê pêşkêş kir. Encûmena Wezîran jî, wezaret û aliyên pêwendîdar raspardin ku alîkariya Wezareta Perwerdeyê bikin, ji bo serxistina vê proseyê.