Ji ber bihabûna pez welatiyên Rojavayê Kurdistanê nikarin qurbanên cejnê bikirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Rojavayê Kurdistanê ji ber bihabûna ajelan, welatî nikarin qurbana cejnê bikirin. Li gorî ajeldar û welatiyan, cejna wan a îsal ji salên borî cudatir e û bihaya qurbanan du sê qatan zêde bûye.
Bi hatina Cejna Qurbanê re, nirxê ajelan li bazarên pez ên bajarê Qamişlo bi awayekî berçav zêde bûye. Welatî, bazirgan û ajeldarên herêmê ji rewşa bazarê nerazî ne û dibêjin ku her sal bi hatina Cejna Qurbanê re, liv û tevgerên zêde li bazarên sewalan çêdibe, lê rewşa aborî ya xirab û bihabûna ajelan, rewşa bazaran sist kiriye.
Ajeldar Ehmed Herbî: “Ev 33 sal in, ez delal im. Em niha li bazara Cumayê ne. Bazar sist e û helal gelekî biha ne û xelk hejar û jê nayên ku bikirin. Qurban (ga) bi 25 – 30 milyon lîreyî û zêdetir e.”
Welatî Sabir Mihemed: “Qurban gelekî giran in, ferqeke mezin di navbera par û îsal de heye. Kesek tê miyekê ji xwe re bazar dike, ew 4 – 5 milyonan zêdetir e. Tevger kêm e.”
Ji aliyekî din ve, bazirganên ajelan dibêjin ku tevgera bazara ajelan li gorî par gelekî kêm e û eger piştgiriya xelkê ji zarokên wan ên li derve neyê kirin, ew nikarin qurbanan bikin.
Bazirganê ajelan Ebdulfetah Husên: “Qurbana ku par heqê wê 2 milyon bû, îsal digihe 5 milyonan, ma hejar dê çawa qurbanan bikin, gelekî zehmet e. Malbatên ku kesên wan li derve hebin û alîkariya wan bikin, dikarin qurbanan bikirin, ji bilî wê jî tiştekî din nîne.”
Mîna li hemû cîhanê, amadekariyên Cejna Qurbanê li Rojavayê Kurdistanê tê kirin, lê ji ber daketina lîreyê Sûrî li hember dolarê Amerîkî, kelûpelên cejnê û qurbanan biha bûne û xelk nikarin hemû pêdiviyên xwe peyda bikin.