Murat Kalmaz: AK-Partî dixwaze piştî Colemêrgê qeyûm deyne ser hemû şaredariyên me

Stenbol (K24) – DEM Partiyê li bajarokê Kartalê yê Stenbolê mitîngek li dijî danîna qeyyûmî bi ser Şaredariya Colemêrgê li dar xist. Hevşaradara Colemêrgê Viyan Tekçeyê di gotara xwe de li dijî siyaseta qeyyûmê banga têkoşîna hevbeş li aliyên demokrat ên Tirkiyeyê kir. Hevserokê Şaxa Stenbolê yê DEM Partiyê Murat Kalmaz jî bo Kurdistan24ê xemeka xwe eşkere kir û got, dibe ku dest bi ser şaredariyên wan ên din jì were danîn.

Xwenîşandan û nerazîbûnên Partiya Demokrasî û Wekheviya Gelan Dem Partiyê yên li dijî qeyûman berdewam e û xeleka dawî ya van xwenîşandanan li bajarokê Kartalê yê Stenbolê bi mitîngeka girseyî bi rê ve çû. Ji partî û rêxistinên çep ên hevpeymanên DEM Partiyê heta Partiya Gel a Komarê CHPyê gelek aliyên siyasî û saziyên sivîl di mitîngê de amade bûn. DEM Partî di wê xemê de ye ku, qeyyûm bi ser şaredariyên wê yên din jî were danîn.

Hevserokê Şaxa Stenbolê yê DEM Partiyê Murat Kalmaz ji K24ê re got: “AK-Partî dixwaze piştî Colemêrgê qeyyûm deyne ser hemû şaredariyên me. Li dijî vê jî ev mehek e em bênavber xwenîşandan û çalakiyan dikin û qadan vala nakin. Em ne tenê bi Kurdan re li vê qadê digel dostên Kurdan dixwazin nerazîbûna xwe ya li dijî qeyyûman bilind bikin.”

Ne tenê ji 39 bajarokên Stenbolê, ji bajarên din ên nêzikê Stenbolê jî gelek kes beşdarê mitîngê bûbûn daku xwedî li deng û viyana xwe derkevin.

Welatî: “Em li dijî qeyyûman hatin vir. Êrîşê şaredarên me dikin û wan ji kar dûr dixin. Dixwazin qeyyûm deynin ser Diyarbekirê, Mêrdînê, Batmanê û bajarên din jî. Lê em dê qebûl nekin.”

Welatî: “Ji her derê Tirkiyeyê xelk hatine vir. Ez jî ji Bursayê hatime. Em dest ji doza xwe bernadin û heta dawiyê xwedî li siyasetmedarên xwe û viyana xwe derdikevin.”

Welatî: “Me nas nakin. Ji me re dibêjin hûn nînin. Qeyyûm ev e. Wateya qeyyûm nasnekirina me ye.”

Xemeka cidî ya DEM Partiyê heye ku Hikûmeta Tirkiyeyê piştî Colemêrgê dest deyne li ser şaredariyên wê yên din jî. Jixwe ji ber vê xemê ye ku DEM Partî li gelek bajar û bajarokên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê xwenîşandan û mitîngan dike û wisa diyar e ev xwenîşandan dê demek din jî berdewam bikin.

Fly Erbil Advertisment