Armanckirina birandên Amerîkayî li Bexdayê hatina weberhênerên Amerîkayî paş xist
Navenda Nûçeyan (K24) - Ew êrîşên ku hejmareke navendên bazirganî û xwaringehên biyanî li Bexdayê kirin armanc encamên nerênî li pey xwe anîn. Şarezayekî aborî dibêje, “Wan êrîşan bandoreke xirab li ser wan peymanên bazirganî çê kir ên ku Sûdanî li Waşintonê bi hejmareke weberhênerên Amerîkayî re îmza kiribûn.
Karmendên pareke cihên bazirganî û xwaringehan, ku bi behaneya wê yekê ku Amerîkayî ne û piştevaniya Israîlê dikin êrîş li ser wan hat kirin, hêşta tirs ji dubarebûna wan êrîşan heye yên ku ji aliyê komên çekdar ve hatibûn kirin. Ji ber wan êrîşan, hejmareke wan karmendan karên xwe ji dest dane.
Ebas jî yek ji wan karmendên wê xwaringehê bû û ji ber wan êrîşan karê xwe ji dest daye. Ebas di daxuyaniyekê de ji K24ê re got, “Ez zewicî me û erkê maldariyê li ser milên min e. Gelo min çi peywendî bi pirsên siyasî ve heye? Min çi peywendî bi wan tiştan ve heye yên ku qewimîne? 20 heta 30 kesan bi kincên reş li ber çavên xelkî bi ser wan cihan de girt û tiştên wê şkandin. Malbat jî revîn. Ka sîstem? Ka seqamgirî?”
Van êrîşan bandor li ser karmendên wê xwaringehê û cihên bazirganî tenê nebû, belkî bandoreke nerênî li ser bi dehan weberhênerên Amerîkayî jî çê kir, ku Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî li Waşintonê peyman pê re îmza kirine ku mimkin bû li Îraqê kar kiriba lê wan êrîşan ew yek paş xist.
Şarezayê Aborî Celîl Lamî di wî warî de got, “Hejmara lihevkirin û peymanan bi kompanî û birandên navdewletî re ji 100 hevparên weberhênanê derbaz bûye. Eger ev êrîş neban ên ku vê dawiyê hin xwaringehên biyanî kirin armanc, hêviyek hebû ku van hevparan qebareya weberhênanê li Îraqê berfirehtir kiriba.”
Êrîşkirina li ser birandên weberhênanê, çi rojavayî an her birandeke din be, eger li paşerojê dubare bibe, hingê mimkin e bibe sedema vekêşana kompaniyên din ên biyanî û ev jî ew amajeya metirsîdar e ya ku şareza haydariyê li ser didin.