Encûmena Wezîran wekhevkirina mûçeyên xaneşînên Herêmê bi yên xaneşînên hikûmeta federal re pejirand
Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Wezîran pêşwaziyê li ravekirina Serokê Dadgeha Federalî ya derbarê proseya bankîkirina mûçeyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike û pirsa wekhevkirina mûçeyên xanenişînên Herêma Kurdistanê ligel yên federalî gotûbêj dike.
Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro 3ê Tîrmeha 2024an bi serpereştiya Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî civîna.
Di xala yekê ya civînê de, Wezîrê Darayî û Aborî Awat Şêx Cenab raportek bi dane û zanyariyan li ser mijara yeksanîkirina mûçeyên xanenişînên Herêma Kurdistanê ligel hevtayên wan di hikûmeta federal de pêşkêş kir; Ev yek li gor yasaya yekgirtû ya xanenişîniyê ya hejmar 9 a sala 2014ê ye ku li Bexdayê karpêkirî ye û yasaya jimare 27 betal dike. Li gor biryara Dadgeha Federalî û raporta tîma hevbeş a her du dîwanên çavdêriya darayî, pêşniyar hatiye kirin ku Herêma Kurdistanê jî weke navçeyên din ên Iraqê bi yasaya jimare 9 kar bike. Li Herêma Kurdistanê 277 hezar û 541 xanenişîn hene û bi giştî mûçeyê wan mehane 122 milyar dînar e. Ameje bi wê jî kir: kêmtirîn mûçe li Herêma Kurdistanê 220 hezar dînar e, lê kêmtirîn mûçe li deverên din yên Îraqê 500 hezar dînar e.
Piştr Sekreterê Encûmena Wezîran Amanc Rehîm û Serokê Fermangeha Hevahengî û Pêdaçûnê Ebdulhekîm Xesro şiroveyên pêwîst pêşkêş kirin.
Sekreterê Encûmena Wezîran cudahiyên di navbera her du yasayên xanenişîniyê yên ku li Herêma Kurdistanê jimare 27 sala 2006 û yasaya yekgirtû ya xanenişînî ya federalî ya jimare 9 a sala 2014ê hene, eşkere kirin. Amaje bi wê kir jî ku cîbicîkirina yasaya sala 2014 di berjewendiya xanenişînên Herêmê de ye, ku mûçe û mafên wan bi hevpîşeyên xwe yên di hikûmeta federal de wekhev dike.
Encûmena Wezîran pêşniyara Wezareta Darayî û Aborî û tîma hevbeş a her du Dîwana Çavdêriya Darayî ya Federalî û Herêmî ya yekkirina yasaya xanenişînan li seranserê Iraqê û Herêma Kurdistanê jî di nav de pesend kir, ji bo yekxistina yasaya xaneşînê li seranserî Iraq û Herêma Kurdistanê. Herwiha Wezareta Darayî û Aborî, Dîwan û Sekreteriya Encûmena Wezîran raspardin ku tedbîrên qanûnî û îdarî yên pêwîst bigirin û pêwendiyê bi Wezareta Darayî ya Federal re deynin.
Piştre jî mijara mûçeyê meha şeşan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û mûçeyên mehên pêncem û şeşem ên hêzên Pêşmerge û hêzên ewlehiyê û pêşhatên dawî yên pişkinîn û pêdaçûna lîsteya mûçeyên hêzên Pêşmerge hate gotûbêjkirin. Encûmena Wezîran tekezî li ser wê yekê kir ku divê wezaret di 10 rojên destpêkê yên her mehê de, lîsteyên mûçeyan û hevsengiyên pêdaçûna mehane bişînin, da ku ti behaneyek ji paşxistina mûçeyên mehane yên karmendan re nemîne.
Di beşeke din a civînê de, Serokê Encûmena Wezîran li ser navê Encûmena Wezîran, li ronîkirina Serokê Dadgeha Federalî ya derbarê bicîkirina mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê li bankên hikûmetê û hemû bankên ku ji aliyê Banka Navendî ya Iraqê ve xwedî lîsans in û li Herêmê kar dikin, kir. Di çarçoveya projeya (Hejmara Min) de li Herêma Kurdistanê bi çavdêrî û serpereştiya Banka Navendî dê proseya bankîkirina mûçeyên Herêmê were cîbicîkirin. Bi vî awayî, karmendên Herêma Kurdistanê, weke yên li navçeyên din ên Iraqê, azad in ku mûçeyên xwe li bankên giştî û taybet yên ku ji aliyê Banka Navendî ya Iraqê ve hatine destûrkirin, bikin bankê.
Encûmena Wezîran daxwaz ji mûçexwaran dike ku di çarçoveya pirojeya (Hejmara min) de ku heta niha proseya bankî bidawî nekirina, di zûtirîn dem de, xwe tomar bikin, da ku heta dawiya îsal wek ku biryar e, hemû karmendên Herêma Kurdistanê bên tomarkirin.
