Sazî û dezgehên fermanberan ji reqemên TUÎKê ne razî ne
Diyarbekir (K24) – Saziya Amarên Fermî ya Tirkiyeyê reqemên enflasyonê yên mehane eşkere kir. Li gor vê di meha Heziranê de enflasyon sedî 1,64, enflasyona salane jî sedî 71,60 zêde bûye. Sazî û dezgehên fermanberan jî dibejin ev reqem ne rast in û bi gazinc in.
Piştî ku daneyên enflasyonê hatîn eşkere kirin ku enflasyona mehane sedî 1,64, enflasyona salane jî sedî 71,60 zêde bûye Konfederasyona Sendikaya Kedkarên Fermenbera (KESK) li ser reqemên TUİK ê bi rêya daxuyanîyekê bertekên xwe nişandan. Ji ber ku ew dibêjin daneyên saziya serbixwe ya lêkolînan li ser enflasyonê dike ENAG jî cuda ne. Di navbera daneyên ENAG ê û TÛİKê de ferqeke zêde heye. Li gor ENAG ê enflasyona mehane sedî 4,27 ya salane jî sedî 113,08 zêde buye.
Dema reqemên enflasyonê hatin eşkerekirin zêdebûna mûçeyan jî derket holê. Li gor vê beşek jî teqawîtan muçeyên wan sedî 24,73, fermanber û teqawîtên Fermanberan jî wê sedî 19,31 zêde bibe.
Saziya Amarên Fermî ya Tirkiyeyê reqemên enflasyonê eşkere dike, lê belê qadên ku weke xurek, avahîsazî çandinîyê bandor li ser van reqeman dike eşkere nake. Sazîyên fermanberan jî dibejîn eger ev qan jî bêne eşkere kirin wê reqemên rasteqîn derkevin holê.