Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li Mesûd Pizîşkiyan dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya bijartina Mesûd Pizîşkiyan wek serokomarê nû yê Îranê, pîrozbahî lê kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama de nivîsiye: “Bi boneya hilbijartina wî wek Serokê Komarê Îslamî ya Îranê, Ez bi navê xwe û gelê Kurdistanê pîrozbahiyê li Mesûd Pizîşkiyan dikim û hêviya serkeftinê ji wî RE dixwazim.”

Nêçîrvan Barzanî herwiha got: “Li Herêma Kurdistanê û Iraqê, çavê me li pêşxistina peywendiyên dostane yên demdirêj û berdewamiya hevkariyên hevbeş li gel Komara Îslamî ya Îranê ye, li ser bingeha berjewendiyên hevbeş û cîrantiya baş.”