Mesrûr Barzanî ji Mesûd Pizîşkiyan re: Em dixwazin baştirîn peywendiyên me bi Îranê re hebin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî nameyeke pîrozbahiyê ji Serokê hilbijartî yê Komara Îslamî ya Îranê Mesûd Pizîşkiyan re şand.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di nameya xwe de got: “Bi navê xwe û Hikûmeta Herêma Kurdistanê germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî we dikim, bi boneya wergirtina baweriya gelê Îranê û hilbijartina we, wek nehemîn Serokê Komara Îslamî ya Îranê.”
Herwiha ragihand: “Em hêviya serkeftinê ji we re dixwazin û hêvîdar in plan û bernameyên kabîneya we, geşepêdan û pêşkeftina zêdetir ji gelên Îranê re bîne. Herwiha peywendiyên aborî, siyasî û çandî yên Komara Îslamî ya Îranê li gel Herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyê bi giştî, pêşketinên berçav bibîne.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî got jî: “Em wek Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hevkar dibin û dixwazin li ser bingeha rêzgirtin û dostaniya dualî, baştirîn pêwendiyên me bi Komara Îslamî ya Îranê re hebin û bi hev re kar ji bo aştî, aramî û pêşkeftinên zêdetir li navçê de bikin, bi taybetî em têkiliyên bazirganî û aborî bipêş bixin, da ku asta jiyana welatiyên xwe baştir bikin.”
Amaje bi wê jî kir, “Herêma Kurdistanê û Îranê peywendiyeke wan a demdirêj heye ku dikare bibe zemîneke guncayî ji bo hevtêgihîştina zêdetir, nehîştina her astengî û pirsgirêkan û danîna peywendiyên ku hêviyên her du aliyan pêk bîne.”