Erdogan: Em ê vexwendnameya xwe ji Esed re bişînin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokkomarê Tirkiyeyê ragihand, Enqere dê Serokê Sûriyeyê Beşar Esed vexwîne û ev yek dibe ku di her kêliyekê pêk were û hêviya xwe anî ziman ku pêwendiyên Tirkiye û Sûriyeyê wek berê vegerin.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di firokeyê de dema ji Berlînê vedigeriya Stenbolê ragihand, “Emê vexwendnameya xwe ji (Serokê Sûriyeyê Beşar Esed) re bikin, û dibe ku ev vexwendin di her kêliyê de were.
Erdogan diyar kir jî: “Nêzîkatiya Pûtîn di derbarê hevdîtina me ya bi Esed re li Tirkiyeyê heye, nêzîkatiya Serokwezîrê Iraqê jî heye, em li vir behsa navbeynkariyê dikin, çima em bi cîranê xwe re nekin?”
Serokkomarê Tirkiyeyê tekez kir: “Niha em gihiştine astekê ku her dema Beşar Esed ji bo baştirkirina peywendiyên bi Tirkiyeyê re gavekê bavêje, emê bersiveke guncayê bidin.”
Ev yek di demekê de ye, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di dawiya meha borî de amadebûna xwe ji bo hevdîtina bi Esed re û asayîkirina pêwendiyan nîşan dabû û gotibû, ti sedem nînin ku rê li ber danîna peywendiyên dîplomatîk di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de bigirin.
Enqereyê piştî şerê li Sûriyeyê di sala 2011an de, pêwendiyên xwe bi Şamê re qut kirin û piştgirî da opozîsyona rejîma Esed. Erdogan jî Esed wek kujer binav kiribû û daxwaza dadgehkirina wî li dadgeheke navdewletî kiribû.