Encûmena Wezîran mijara mûçe û deriyên sînorî gotûbêj dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Wezîran îro 10ê Tîrmehê bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dicive û du xalan gotûbêj dike.

Li gorî daxuyaniya Fermangeha Medya û Zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, xala yekem a civînê taybet e bi pêşkêşkirina encamên civîna hevbeş a hejmara 2 a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta ferderal ya derbarê deriyên sînorî ye, ku di 01-07-2024an li Bexdayê hatibû kirin.

Xala duyem a civînê jî taybet be mijara mûçeyên meha şeşem a karmendên Herêma Kurdistanê û mûçeyên mehên pêncem û şeşem ên hêzên Pêşmerge û hêzên ewlehiyê û asayişê û pêşhatên dawî yên û pêdaçûna lîsteya mûçeyên hêzên Pêşmerge ji aliyê Dîwana Çavdêriyê ya her du aliyan e. Herwiha karên tîma hevbeş a her du hikûmetan li ser proseya hevbeş a yekxistina rêkarên darayî û sîstemên bacê di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de.