Parêzgarê Diyarbekirê hat guhertin

Alî Îhsan Sû
Alî Îhsan Sû

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Diyarbekirê hat guhertin. Şaredarekî berê yê AK Partiyê  bû parêzgarê nû yê Diyarbekirê

Bi biryarnameyeke nû ya Serokkomariya Tirkiyeyê, parêzgarên Diyarbekir, Meletî, Xarpêt yên Bakurê Kurdistanê û Kocaelî û Çanakale yên Tirkiyeyê hatin guhertin.

Parêzgarê Diyarbekirê Alî Îhsan Sû, ji ber sînorê temenê xwe bû xanenişîn û Şaredarê berê yê Trabzonê yê AK Partiyê Murat Zorluoglu bû parêzgarê nû yê Diyarbekirê.

Murat Zorluoglu pêştir di  dema parêzgariya Wanê de, wek qeyumê şaredariya Wanê jî hatibû erkdarkirin.

Parlamenterê CHPê yê Diyarbekirê Sezgîn Tanrîkulu bo parêzgarê nû serkeftin xwest û got, ew hêvî dike, erkdarkirina Murat Zorluoglu ne nîşaneya danîna qeyuman be.