Herêma Kurdistanê û Îtalya di warên şêwirmendî û rahênanên serbazî de zêdetir hevahengiyê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Erkanên Wezareta Pêşmerge û Fermandeyê Hêzên Hevpar ên Artêşa Îtalyayê danûstandinan li ser pirsa berdewamkirina hevahengî û rahênan û piştevaniya Pêşmergeyan dikin.
Wekî ku Wezareta Pêşmerge parve kiriye, baştirkirina peywendiyên navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Bergiriyê ya Îtalyayê mijarên tewerekî serekî yê civîna navbera Serokê Erkanên Wezareta Pêşmerge û Fermandeyê Operasyonên Hevpar ên Artêşa Îtalyayê bûn.
Serokê Erkanên Wezareta Pêşmerge Ferîq Rukin Îsa Uzêr îro (Çarşem, 10.07.2024) li gel Fermandeyê Hêzên Hevpar ên Artêşa Îtalyayê General Piolo Paulo û şanda pê re civiya.
Di wê civînê de ku hejmareke efserên bilind ên Wezareta Pêşmerge jî tê de berhev bûbûn, danûstandin li ser peywendî û hevahengiya navbera Wezareta Pêşmerge û Fermandeya Hêzên Hevpar ên Artêşa Îtalyayê hatin kirin. Her du alî li ser bihêzkirin û baştirkirina hevahengiyên hevpar û xasma li ser astê şêwirmendiya meşq û rahênanên serbazî yek bûn.
Ferîq Rukin Îsa Uzêr ragehand, “Serdana Hêzên Îtalyayê li Herêma Kurdistanê û lidûçûna li ser çawaniya birêveçûna erkên wan ji aliyê Fermandeya Operasyonan ve cihê rêzlêgirtina Wezareta Pêşmerge ye, xasma ku Îtalya welatekî giring ê nav Hevpeymaniya Navdewletî û şerê dijî DAIŞê ye. Di dema borî de, di warên dabînkirina pêdivîtiyên lojistî yên serbazî û meşq û rahênan û çaksaziyê de alîkariya Wezareta Pêşmerge kiriye, niha jî di warên şêwirmendî û çaksaziyê de alîkar û hevaheng in.”
Fermandeyê Hêzên Hevpar ên Artêşa Îtalyayê jî ji aliyê xwe ve soz da ku di warên şêwirmendî û rahênanan de dê alîkarên Pêşmergeyan bin û dê berdewamiyê bidin pirojeyên wan.
Li destpêka çêbûna Hevpeymaniya Navdewletî ya Şerê Dijî DAIŞê de, Îtalyayê wekî yek ji dewletên bibandor alîkariya hêzên Pêşmergeyan kiriye.