Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiya Serokkomarê Hilbijartî yê Îranê dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê di peywendiyeke tilefonî de pîrozbahiya Mesûd Pizîşkiyan kir, ku wekî Serokê Komara Îslamî ya Îranê hatiye hilbijartin, herwesa berhevî û xwasteka Herêma Kurdistanê ji bo berdewamkirina peywendiyên dostane yên dêrîn di hemî waran de bi Îranê re tekez kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Çarşem, 10.07.2024) di peywendiyeke tilefonî de pîrozbahiya Mesûd Pizîşkiyan kir, ku wekî Serokê Komara Îslamî ya Îranê hatiye hilbijartin, herwesa daxwaza serkeftinê di erk û berpirsyarîtiyên wî de jê re kir.
Serokê Herêma Kurdistanê berhevî û xwesteka Herêma Kurdistanê û gelê xwe ji bo berdewamkirina peywendiyên dostane yên dêrîn û alîkariyên hevpar di hemî waran de bi Komara Îslamî ya Îranê re tekez kirin, li ser bingeha rêz û berjewendiyên hevpar û cîrantiya baş ku bibe sedema pêşveçûna her du gel û welatan.
Nêçîrvan Barzanî herwesa piştrastî diyar kir ku serkirdetiya Pizîşkiyan dê bibe sedema bihêzkirina dostîniya her du aliyan, wekî ku di dawî hevdîtin de bi Rêberê Şoreşa Îslamî û berpirsên bilind ên Komara Îslamî ya Îranê re dilgermiya Herêma Kurdistanê ji bo alîkariyên hevpar pêxemetî paşerojeke baştir ji her du welatan re ji bo aştî û seqamgiriyê li deverê diyar kir.
Serokê Hilbijartî yê Komara Îranê Mesûd Pizîşkiyan jî ji aliyê xwe ve tevî diyarkirina dilxweşiyê, spasî û rêz ji bo peywendî û pîrozbahiya Nêçîrvan Barzanî diyar kirin, herwesa xwasteka Komara Îslamî ya Îranê ji bo berdewamkirina peywendiyên wê bi Îraq û herêma Kurdistanê re hilbijartina kir. Pizîşkiyan amaje da peywendiyên dostane û dêrîn ên gelên Îranê û Komara Îslamî ya Îranê bi Herêma Kurdistanê re jî.