Fuad Hisên: Divê pirsa pereyê bilokkirî yê Îranê li Îraqê bi lez bê çarekirin

Fuad Hisên
Fuad Hisên

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Îraqê pêdivîtiya peydakirina çareyeke bi lez û dadperwerane ji bo pirsa pereyê bilokkirî yê Îranê li Îraqê tekez dike.

Wezareta Derve ya Îraqê îro (În, 12.07.2024) ragehand, “Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Hisên îro li Waşintonê bi Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê ji bo Karûbarên Kargêrî û Siyasî John Bas re civiya, û di pareke wê civînê de tekez li ser pêdivîtiya peydakirina çareyeke bi lez û dadperwerane ji bo pirsa pereyê bilokkirî yê Îranê li Îraqê kir.”

Wezareta Derve ya Îraqê amaje jî da, “Di pareke din a wê civînê de, behsa giringiya bihêzkirina peywendiyên Amerîka û Îraqê di warên cuda cuda de hat kirin, xasma ji bo berfirehkirina alîkariyên siyasî û aborî di navbera her du aliyan de.”

Li dû wê ragehandinê, pareke din a wê civînê girêdayî pirsa pereyê bilokkirî yê Îranê li Îraqê bû, Fuad Hisên tekez li ser pêdivîtiya peydakirina çareyeke bi lez û dadperwerane kir, ku xizmeta berjewedniyên her du aliyan bike û seqamgiriya darayî li deverê bihêz bike.”

Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Hisên duhî (Pêncşem, 11.07.2024) di hevdîtineke taybet de bi kanala Elhureyê re amaje da ku, li ser daxwaza Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antonio Blinken li Waşintonê ye, ji bo ku tevlî Kopîtka NATOyê bibe.

Di vê çarçoveyê de, navbirî dê çend hevdîtin û civîn jî bi berpirsên bilind ên Amerîkayê û NATOyê re hebin.