Şam derbaskirina alîkariyên navdewletî bi rêya Bab El-Hawa re bo 6 mehan dirêj dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Ofîsa Hevahengiya Karûbarên Mirovî ya Neteweyên Yekgirtî ragihand, hikûmeta Sûriyeyê razîbûna xwe nîşan daye, derbaskirina alîkariyên mirovî yên neteweyî ji Tirkiyeyê bi rêya deriyê sînorî Bab El-Hawa re heta 6 mehên din bê dirêjkirin.

Ofîsê destnîşan kir, ev dirêjkirina ku heta 13ê Çileya 2025an berdewam dike, ji bo kesên li bakurê rojavayê Sûriyeyê giring e ku wek xeteke jiyanê ji wan navçeyan re dimîne.

Di sala 2023an de nêzî 2000 kamyonên ku alîkariyên Neteweyên Yekgirtî ji Tirkiyeyê bi rêya deriyên sînorî yên Bab El-Hewa, Bab El-Selam û El-Raî re derbasî bakurê rojavayê Sûriyeyê bûbûn.

Di sala 2014an de, Encûmena Asayişa Navdewletî rê da alîkariyên mirovî di 4 xalên sînorî re derbasî Sûriyê bibin, lê ji destpêka sala 2020an de, di bin fişara Rûsya û Çînê de, ew alîkarî hatin kêmkirin û tenê di deriyê Bab El-Hawa ya bi Tirkiyê re derbas dibin.

Mekanîzmaya derbaskirina alîkariyên mirovî bo bakurê rojavayê Sûriyê roja 10ê Tîrmeha 2023an bidawî bûbûb û ji ber ku lihevkirinek li Encûmena Asayişa Navdewletî pêk nehatibû, mîkanîzim nehatibû dirêjkirin.

Di 13ê Tîrmehê de, rêjîmê razî bû ku deriyê sînorî yê Bab El-Hawa ji bo ji bo derbaskirina alîkariyan bo şeş mehan bê bikaranîn. Ji wê demê ve, proseya derbaskirina alîkariyan bi riya hersê deriyên sînorî re bi erêkirina rejîmê ve girêdayî ye.