Welîd Silêman: Divê derxistina beran bi awayekî sîstematîk be

Welîd Silêman
Welîd Silêman

Navenda Nûçeyan (K24) - Li pareke kanîberên Herêma Kurdistanê bê destûrî ber tên derxistin. Şarezayekî ber û kanzayan amajeyê dide, “Nabe derxistina beran bi awayekî bê sîstem be.”

Şarezayê Ber û Kanzayan Welîd Silêman îro (În, 19.07.2024) taybet ji K24ê re got, “Asayî ye li her welatekî û li ser her axekê ber an samanên din ên xwezayî bên derxistin, lê şert ew e ku bi awayekî sîstematîk be û bi awayekî bê sîstem nebe.”

Welîd Silêman herwesa got, “Eger derxistina beran bi awayekî sîstematîk be û li jêr çavdêriya dezgehên hikûmetê be, karekî baş e û cûnekî pîşesaziyê ye ku feyde ji bo tevahiyê heye.”

Navbirî amaje jî da, “Hemî ew berên ji derve tên hawirdekirin cûnên wan li Kurdistanê hene.”

Wî şarezayî tekez jî kir, “Ew berên ku zêdetir li Kurdistanê hene, jê re dibêjin berên karbonêt (mermer) ku li piraniya çiyayan hene û ji bo nimûne li çiyayî Sefînî.

Welîd Silêman behs jî kir, “Derxistina beran li Herêma Kurdistanê ji bo karên avakirinê nebûye zanistî û bi awayekî sîstematîk nayê kirin.”