Wezareta Çandiniyê 200 hezar tilî masî xistin Bendava Dûkanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Birîkarê Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê ragihand, wan îro 200 hezar masiyên biçûk xistine bendava Dukanê.

Birîkarê Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê Kerîm Silêman di kongreyeke rojnamevanî de ragihand, Di çarçoveya bernameya Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê de, îsal 500 hezar tilî masî hatine berhemanîn.

Kerîm Silêman got diyar kir: “Me îro serdana bendava Dûkanê kir û 200 hezar tilî masî xistin nav bendavê, da ku berhemanîna masiyan zêde bibe, ji ber ku îro xelk tenê goştê sor naxwin, goştê spî jî dixwin.”

Got jî: “Yek ji sedemên sereke yên çêkirina bendavan li Herêma Kurdistanê, zêdekirina berhemanîna masiyan e. Em hêvîdar in bi bereket be û berhemanîna masiyan zêde bibe. Hikûmeta Herêma Kurdistanê girîngiyeke mezin daye sektora çandinî û sewalkariyê.”