Bingeha Lalişê: Kanala Semayê bo parastina çand û hunera resen a Êzidiyan tê damezrandin

Laliş
Laliş

Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Bilind a Bingeha Lalişê ya Rewşenbîrî û Civakî radigehîne, “Bi piştevaniya rasterast a Serokwezîr Mesrûr Barzanî, li paşerojeke nêzîk kanala Semayê ya parastina çand û hunera resen a Êzidiyan tê damezrandin.”

Desteya Bilind a Bingeha Lalişê ya Rewşenbîrî û Civakî îro (Yekşem, 21.07.2024) ragehandinek parve kir ku tê de hatiye, “Bingeha Lalişê ya Rewşenbîrî û Civakî mizgîniyê dide hemî civaka Êzidiyan li sernaserî cîhanê ku bi piştevaniya rasterast a Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li paşerojeke nêzîk dezgeheke medyayî bi navê Kanala Semayê radigehîne.”

Desteya Bilind a Bingeha Lalişê ya Rewşenbîrî û Civakî di derheqa armanca wê kanalê de amaje daye, “Ev kanal dê ji bo xizmeta parastina rewşenbîrî, çand û hunera resen a Êzidiyan be.”

Ev jî di demekê de ye ku Bingeha Lalişê ya Rewşenbîrî û Civakî li roja 22.06.2024ê ragehandinek parve kiriye û tê de eşkere kiriye, ji destpêka damezrandina dewleta Îraqê ve, xasma li salên 1960an, çend aliyek bi armanceke siyasî ya pêşwext bizavê dikin ku Êzidiyan ji rih û rîşalên wan ên dîrokî wekî pareke resen a gelê Kurd cuda bikin.”

Pêştir Civata Rohanî ya Êzidiyan jî li roja 08.06.2024ê di derheqa bizava hejmareke aliyan ji bo guhertina nasnameya Êzidiyan ji neteweya Kurd bo neteweyeke serbixwe de peyamek parve kir, ku tê de hatibû, “Civata Rohanî ya Êzidiyan bizavên guhertina nasnameya Êzidiyan ji neteweya Kurd bo her neteweyeke din û destkarîkirina di vê nasnameyê de bi tundî red dike. Êzidî pareke venebirî ya gelê Kurd in û rih û rîşalên wan ên dîrokî û rewşenbîrî bi awayekî kûr di axa Kurdan de daçûne.”

Herwesa Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî li roja 03.06.2024ê serdana Peristgeha Lalişê li qezaya Şêxanê kir û ji aliyê Mîrê Êzidiyan li Kurdistan û Cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg û Civata Rohanî ya Êzidiyan ve pêşwaziya wî hat kirin. Serokwezîr Mesrûr Barzanî di wê serdana xwe de tekez kir, “Êzidî û Êzidiyatî yek ji dîn û pêkhateyên resen ên Kurdistanê ne û her tiştekê ji destê me bê pêxemetî zêdetir xizmetkirina wan em dê bikin.”

Logoya Kanala Semayê