Wezîrê Darayî: Em ji bo çarekirina arêşeya mûçeyan bi Hikûmeta Federalî re geşbîn in

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Darayî û Aborî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amajeyê dide, “Em ji bo çarekirina arêşeya mûçeyan bi Hikûmeta Federalî re geşbîn in.”

Wezîrê Darayî û Aborî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Awat Şêx Cenab duhî (Sêşem, 23.07.2024) pêşwaziya Qayimqamê Koyeyê Tariq Heyderî û Serokê Şaredariyê û Birêveberê Rêyan ên wê qezayê kir.

Li dû ragehandina Wezareta Darayî û Aborî, di wê hevdîtinê de danûstandin li ser arêşeyên qezaya Koyeyê hatin kirin.

Qayimqamê Qezaya Koyeyê çend daxwazî pêşkêşkirin ku girêdayî kertên rêyan û xizmetkariyan bûn. Wezîrê Darayî jî li ser piraniya wan daxwaziyan razî bû û ragehand, “Tevî arêşe û qeyranan, di vê kabîneyê de her daxwaziyeke di çarçoveya avakirina jêrxaneya dezgehên qezayê de bûbe, razîbûn li ser hatiye diyarkirin.”

Ji aliyekî din ve Wezîrê Darayî û Aborî bi şandeke zanîngeha Polîteknîkî ya Germiyanê û Peymangeha Teknîkî ya Bekrecoyê re civiya. Di wê civînê de danûstandin li ser pêşvebirina kertê xwandina bilind û avakirina jêrxaneya zanîngeh û peymangehan di Kabîneya Nehê de hatin kirin, herwesa rolê Wezareta Darayî di pêşvebirina wî kertî de bilind hat nirxandin.

Wezîrê Darayî geşbîniya xwe ji bo çarekirina arêşeya mûçeyan bi Hikûmeta Federalî re diyar kir, ji bo bicihanîna pirojeyên xizmetkariyan û zêdetir pêşvebirina kertê perwerdeyê û xwandina bilind jî dê zêdetir destvekirî bin.

Fly Erbil Advertisment