Cotkarên Efrînê: Berhema me ya zebeşan kêm bûye û alî alîkariya me nake

Efrîn (K24) – Cotkarên gundê Celemê yê Efrînê dibêjin, îsal ji ber nexweşiyan, berhemanîna zebeşan kêm bû û lêçûna wê zêde bû û wan ti qezenc jê nekirin.

Li gundê Celeme yê Efrînî zebeş tên çandin. Çandina zebeşan serkeftî bû, lê qezenca wê ne li gor pêşbîniyên cotkaran bû.

Cotkar Mustefa Hemo ji K24ê re got, ji ber rewşa keşûhewayê ku nem pir bû, nexweşiya zengê li zebeşan da û nirxê dermanan jî giran e.

Li aliyekî din cotkar gazindan ji zehmetiya peydakirina dermanan dikin û daxwaz ji aliyên pêwendîdar dikin piştevaniya cotkar û kerta çandinyê li Efrînê bikin.

Cotkar Ebdo Omerî dibêje: “Îsal baran pir ket û nexweşî pir bû, ji ber wê berhem nîvê sala borî bû. Alîkariya ji me re gerek e.”

Li herêma Efrînê gelek cureyên meywe û sebzeyan têne çandin. Beriya sala 2018an berhemên wê ji bo gelek parêzgehên sûrî dihatin şandin, lê piştî dagîrkirina Efrînê, ew yek neman. Herwiha ji ber astengiyên ku çekdarên dagîrker ji cotkaran re çêdikin ku bi berdewamî bacê li ser wan disepînin, bû sedem ku sedem gelek ji cotkaran dest ji çendiniyê berdin.

Fly Erbil Advertisment