Yoko Fujimura: Ez destxweşiyê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim ji bo pêşwazîkirina li koçberan

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsa ofîsa IOM ya Hewlêrê dibêje, IOM dê li ser hevahengiya ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê û piştevaniya serkirdayetiya wê berdewam be.
Berpirsa ofîsa Hewlêrê ya Rêxistina Koçê ya Navdewletî (IOM) Yoko Fujimura ji K24ê de got: Ez destxweşiyê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim ku pêşwaziya hejmareke mezin a koçberan kiriye û ji bo birêvebirina kampên koçberan, jî pîrozbahiyê li serkirdayetiya Herêma Kurdistanê dikim.”
Fujimura got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê hevahengî ligel aliyên derve kiriye, ji bo pêşkêşkirina alîkariyên mirovî ji koçberan re û hevahengiya baş bi hikûmeta federal re kiriye.”
Amaje bi wê jî kir, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê şiyana xwe ya ji bo alîkarîkirina kesên hewcedar nîşan daye û Hikûmeta Herêma Kurdistanê baştirîn xizmet pêşkêşî koçberan kiriye.”
Fujimura got: “Em piştevaniyê li vegera bi dilxwazî ya koçberan bo warên xwe dikin. Em di wê baweriyê de ne ku divê koçber bi xwe biryara çarenivîsa xwe bidin.”
Herwiha tekez kir, IOM dê berdewam be li ser hevahengiya ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê û piştgiriya serkirdayetiya wê, rêxistin dê hertim hevkar û piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bike.