Mamosta Cafer: Êrîşkirina li ser xelkî bi hêza serbazî karekî xerîb e
Mamosta Cafer: Pênaseya YNKê partiyeke demokrasî û azadiya raderbirînê bû, ne ya ku niha heye

Navenda Nûçeyan (K24) - Mamosta Caferê siyasetmedar li ser êrîşkirina li ser Navenda Rewşengerî ya Çawdêrê û daxistina wê ji aliyê hêzeke komando ve ji K24ê re got, “Heta duhî digot her kesekê axiftinekê ji Mela Bextyar re bibêje, ew dijî YNKê ye, lê niha bi temamî berevajî bûye û ew bi xwe dijîtiya Mela Bextyar dikin.”
Serkirdeyê berê yê YNKê û Siyasetmedar Mamosta Cafer got, “YNK a kesûkarên şehîdan e, a têkoşer, Pêşmergeyên dêrîn, kesên dilsoz û niştîmanperwer e. Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê her ji destpêka çêbûna xwe ve endam û cemawerê wê wesa hatine têgehandin ku bawerî bi demokrasiyê û azaiya raderbirînê heye, ji aliyê Mam Celal bi xwe jî ve wesa hatiye pênasekirin, lê niha hin kes hatine û bi awayekî din pênaseya YNKê dikin.
Wî siyasetmedarî ron jî kir, “Ji bo min xerîb e, ji ber ku heta duhî digot her kesekê axiftinekê ji Mela Bextyar re bibêje, ew dijî YNKê ye, lê niha bi temamî berevajî bûye û ew bi xwe dijîtiya Mela Bextyar dikin.”
Mamosta Cafer di derheqa êrîşkirina li ser Navenda Rewşengerî ya Çawdêrê û daxistina wê de ragehand, “Ên ku wan karan dikin ji qanûnê nizanin, ji ber ku êrîşkirina li ser xelkî bi rêya serbazî xerîb e.”
Navbirî herwesa got, “Qubad Talebanî gotiye min taqet nîne behsa Mam Celam ji min re bikin, lewma jî nabe xelkê din pênaseya YNKê ji me re bike û şerm e ku rêzê li têkoşerên wê partiyên negire, di demekê de ku Mela Bextyar rolekî giring li nav YNKê gêraye.”
Seet 05:00 ê êvara duhî (Pêncşem, 05.09.2024) hêzeke komando bi ser Baregayê Siyasetmedar û Rewşenger Mela Bextyar û Dezgeha Rewşengerî ya Çawdêrê û Bingeha Rewşenbîrî ya Gelawêjê li Girê Endazyaran li Silêmaniyê de girt.
Wê hêzê zêrevanên Dezgeha Çawdêrê dûr xistin û destê xwe dana ser tevaya kelûpelên wê dezgehê.