Sendîkaya Rojnamevanan: Biserdagirtina Navenda Rewşengerî ya Çawdêrê li ser azadiya raderbirînê gef e

Navenda Nûçeyan (K24) - Lijneya Parastina Azadiya Rojnamevanan û Mafên Rojnamevanan beyannameyekê li ser êrîşkirina li ser Navenda Rewşengerî ya Çawdêrê û Bingeha Rewşenbîrî ya Gelawêjê li Girê Endazyaran li Silêmaniyê parve dike û tê de amajeyê dide, “Ji ber aloziyên siyasî, rewşeke nearamiyê ya derûnî bi ser welatiyan de girtiye.”
Lijneya Parastina Azadiya Rojnamevanan û Mafên Rojnamevanan îro (În, 06.09.2024) di beyannameyekê de ragehand, “Niha ku herêma me di demeke hestyar re derbaz dibe, ku em ber bi hilbijartinên Perlemana Kurdistanê ve diçin, rewşeke nearamiya derûnî ji ber aloziyên siyasî bi ser welatiyan de girtiye.”
Her di wê beyannameyê de hatiye, “Hêzeke komando duhî (Pêncşem, 05.09.2024) li Silêmaniyê dûr ji hemî pirinsîpên etîkî û qanûnî bi ser Dezgeha Rewşenbîrî û Ragehandinê ya Çawdêrê de girt û daxist û destê xwe dana ser hemî kelûpelên wê.”
Wê lijneyê amaje jî da, “Em li Lijneya Parastina Azadiya Rojnamevanan û Mafên Rojnamevanan li Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê bi tundî wan reftaran li beranberî her dezgeheke rewşenbîrî û ragehandinê şermezar dikin û wekî metirsî li ser azadiya raderbirînê û tevgera rewşenbîrî ya xelkê Kurdistanê dihesibînin.”
Lijneya navbirî herwesa got, “Ev nîşana binpêkirina qanûnê û hemî pirinsîpên qanûna ragehandinê û azadiya raderbirînê ye, ji bilî ku rewşeke nearamî û tirs û bêzariyê li cem şêniyên van deverên çê kiriye, lewma em hêvîdar in bi zûtirîn dem rê li van karan bê girtin û mafê karkirinê ji bo dezgeha navbirî bê vegerandin.”
Lijneya Parastina Azadiya Rojnamevanan û Mafên Rojnamevanan di dawiya beyannameya xwe de jî ron kiriye, “Di dema lêpêçînê de li her dezgeheke ragehandinê, bila qanûna rojnamevaniyê ya hejmar 35 a sala 2007ê li ber çavan bê wergirtin.”
Seet 05:00 ê êvara duhî (Pêncşem, 05.09.2024) hêzeke komando bi ser Baregayê Siyasetmedar û Rewşenger Mela Bextyar û Dezgeha Rewşengerî ya Çawdêrê û Bingeha Rewşenbîrî ya Gelawêjê li Girê Endazyaran li Silêmaniyê de girt.
Wê hêzê zêrevanên Dezgeha Çawdêrê dûr xistin û destê xwe dana ser tevaya kelûpelên wê dezgehê.