Li Stenbolê kevneşopiya bi sedan salan: Merşik û xalîçeyên Kurdan

Li nîvgirava dîrokî ya Stenbolê, ji aliyê bazirganên Dêrsimî ve berhemên bi sedan salan yên kevneşopiya Kurdan û Anatoliyê; merşik û xalîçeyên ku bi destan têne çêkirin ji bo geştyaran têne pêşkêşkirin.
author_image Azad Altun
kurdistan24.net

Stenbol (K24) - Li nîvgirava dîrokî ya Stenbolê, ji aliyê bazirganên Dêrsimî ve berhemên bi sedan salan yên kevneşopiya Kurdan û Anatoliyê; merşik û xalîçeyên ku bi destan têne çêkirin ji bo geştyaran têne pêşkêşkirin.

Yek ji wan karê destkariyê merşik û xelîçeyên destan ku ji tayên mû yên berxikan tê çêkirin li ber mirinê ye. Li gorî agahiyên dîrokî yekem merşik û xalîçe di navbeya 4 û 6 hezar sal berê li Asya Navîn peyda bûye. 2300 sal in jî vê çandê xwe barkiriye Mezepotamyayê jî yanî cografya Kurdan. Bi sedan sal in wek Misrî, Tirk û neteweyên din Kurd jî ji Serhedê bigirin heta Botan û Dêrsîmî li gelek herêman berhemên destkariya merşik û xelîçeyan raberî cîhanê dikin.

Hasan Uludag ku ji Dêrsimê ye 44 sal e bazirganiya merşik û xelîçeyan dike li Nîvgirava Dîroka Siltanehmeda Stenbolê û berhemên ji Bakurê Kurdistanê bigirin heta bajarên Tirkiyê Uşak, Bergema, Qeyserî û Konyayê raberî geştyaran dike.

Firoşkarê Xalîçeyan Hasan Uludag ji K24ê re diyar kir: “Ji ber ku geştyar dizanin ev çanda me ye, bêhtir bala xwe didin. Ev xalîçe bi boyaxa reng têne çêkirin, qûsandina wê ya ji berxikê, şûştina wê, şehikê wê yê erdê, tayê ji hirî ev hemû bi destan têne çêkirin. Ji 80 salî heta 200 salî, em di heman demê de merşik û xalîçeyên kevnar jî berhev dikin. Wan dişon, ji nû ve bi destan didrêsin û raberî geştyarên biyanî dikin.”

Tamîrkerê merşik û xalîçeyên kevnar Şaban Onur ku ji Meletê ye dibêje; ji Îtalya û heta bi Qesra Îngilistanê merşik û xalîçeyên kevnar yên 250 salî hatine ber destê wî û tamîrkirina wan car caran 9 mehan dom kiriye. 

Şaban Onur ji K24ê re diyar kir: “Ev merşika li ber destê min 80 salî ye û ya Anatoliyê ye. Berê ev merşik çawa bi destan hatibe çêkirin ez jî bi destan deverên deforme tamîr dikim. Li gorî zirar û ziyana dîtiye, carina tamîrkirina merşik yan jî xalîçeyekê 9 mehan dom dike. Ji Îtalya û Qesra Îngilistanê merşik hatin ber destê min yên 200 û 250 salî. Tamîra wan min çêkir.”

Li gorî dikandar û tamîrkerê merşik û xalîçeyan, her ku diçe jenerasyon diguhere û wek wan salên 1980an kesên ku giringiyê didin vî karî û çandê nemane. Ew dibêjin; Di sedsala em tê de ne pergala bikarbîne û bavêje karîger e. Lê ew ê heta dawiyê li ber xwe bidin û vê çanda qedîm ya merşik û xalîçeyan ku bi hezar salan domkiriye ew ê jî bidomînin û raberî cîhanê bikin.

Yek ji karên herî zehmet destkariya xalîçe û merşikan e. Kevneşopiyeke bi sedan salan ya Kurdan, ne tenê li Kurdistanê li hemû bajarên Tirkiyê jî berdewam dike. Piştî ev merşik û xalîçe têne çêkirin li ser xaniyên deverên dîrokî têne ziwakirin.