Ji ber nebûna kargehan, salane cotkarên Urmiyê ziyaneke mezin dibînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê salane nêzîkî 400 hezar ton sêv berî dema çinînê diweşin. Ev sêvên ku jê re sêvên Bawerên tê gotin, bi çarîkekê ji nirxê sêvên asayî tên firotin û ev yekî jî ziyaneke mezin digihîne baxçevanan.

Di van rojan de, li ser peyarêyên di navbera bajar yan gundên parêzgeha Urmiyê de, bi hezaran ton sêv li erdê komkirî tên dîtin.

Weşîna ji nişka ve ya sêvan, ku xwediyên bexçeyan wan bi Bawerên bi nav dikin, beşek ji keda salekê ya cotkarên Rojhilatê Kurdistanê tê dide.

Bihaya kîloyek sêva li ser daran, di navbera 10 hezar û 12 hezar tumenê Îranê de ye, lê sêvên Bawerên tenê bi 2500 tomen tê firotin, ev jî tê wateya ku baxçevan ji sedî 75 zirarê bibînin.

Baxçevan Matîn Xalidî dibêje: “Mixabin, lêçûna sêvan gelek e heta ku ku bigihin cihê xwe, kargehên mezin li navçeyên me nînin. Loma jî divê em wan bişînin Urmiye û Tewrîzê ku lêçûna Mesrefên rakirin û veguhestinê jî gelek e.”

Sêvên Baverên ku li Îranê jê re sêvên pîşesazî jî tê gotin, ne ji bo xwarinê dibe ta ku rasterast li bazarê bê firotin û ne jî di sarincokê de tên hilanîn. Tenê kargehên pîşesazîya ava meyweyan û qutîkirinê daxwaza wê dikin û dikirin, lê ji ber nebûna kargehên pêwîst li bajarên Rojhilatê Kurdistanê, xwediyên bax û baxçeyan neçar in sêvên xwe bifroşin bazirganan, da ku wan bişînin kargehên parêzgehên din.

Kiryarê sêvên Bawerên Kerîm Şapoyî dibêje: “Li vir kargeh tune ne, ji ber ku lêçûn li ser me zêde ye, em neçar in ku sêvan bibin Urmiye û Tewrîzê. Lê eger li herêma me kargehek heba, dê pir çêtir be.”

Li parêzgeha Urmiyê salane 1.5 milyon ton sêv tê berhemanîn. Ji vê birê, 400 ton, ango ji % 26ê ji wan sêvan Bawerên e, eger kargehên pîşesazî yên taybet bi qutîkirina van sêvan li wê navçeyê bê dirustkirin, hem cotkar dê zirarê nebînin û hem jî derfetên kar dê ji bo hejmareke mezin a welatiyan bên vekirin.