Cîgirê Nesrullah: Em piştgiriya tevgera siyasî ya ji bo agirbestê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) –  Cîgirê Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Libnanê Neîm Qasim got ku ew piştgirî didin xebata siyasî ya Serokê Parlamentoya Libnanê Nebîh Birî ya ji bo agirbestê şer. Tekez kir jî, piştî ragihandina agirbestê ew amade ne her tiştî gotûbêj bikin.

Qasim îro 8ê Cotmehê di gotareke vîdyoyî de bi boneya salvegera destpêkirina şerê li eniya Libnanê di 8ê Cotmeha 2023an de, got: “Piştî agirbest pêk were ku dîplomasî dikare bigihêje wê, hemû hûrgiliyên din dê bên gotûbêj kirin.” 

Cîgirê Sekreterê Giştî yê Hizbullahê tekez kir: “berî ragihandina agirbestê, ti danûstandinên din, cihê me tê de nîne.”

Amaje bi wê jî kir: “Eger dijmin şerê xwe berdewam bike, meydan dê yekalîker be û em xelkê meydanê ne û em daxwaza çareseriyê nakin.”

Qasim got jî: “Me derbeyên bi êş ên ku hatine serê me, derbas kirin, ti cîhekî me yê vala tune ye û Hizbullah bi amadehî û rêkûpêk tevdigere.”

Herwiha got: “Em ê li gor mekanîzmayên rêkûpêk, helbijartina Sekreterê Giştî temam bikin û di dema guncaw de em ê vê yekê ragihînin.”

Destnîşan kir jî: “Em li wan didin, wan diêşînin  û em ê li gorî plana xwe ya çekdarî ya meydanî ji bo pêkanîna armancên xwe biryarê bidin û êrişî cihên wan bikin.”

Derbarê piştgiriya Îranê de jî, Cîgirê Sekreterê Giştî yê Hizbullahê da zanîn: “Îran biryarê dide ku çawa û kengî piştgiriyê bide û wê di salên borî de piştgirî daye.”

Qasim amaje bi operasyona “Tofana El-Eqsa” ya Hemasê ya beriya salekê kir û got: “Bûyereke ne asayî, awarte û destpêka guhertina rûyê Rojhilata Navîn bû ku tê wateya hebûn û bandora berxwedanê.”

 
 
 
Fly Erbil Advertisment